Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Werxelê ya Avaşînê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man xwe qedemeyekê vekişandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê; 11'ê Tîrmehê li qada Xantûrê hêzên me li kozikên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Berxwedanê dan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 10'ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker xwest li derdora tunelên şer teqemeniyan û kamera bi cih bike. Di encama destwerdana hêzên me de teqemenî hatin bêbandorkirin û kamerayek jî hate bidestxistin.
11'ê Tîrmehê li qada Werxelê dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bên ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve li wan dan û 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man qedemeyekê xwe vekişînin.
Heman rojê Artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êriş bir ser tunelên şer ên li Girê Sor û gaza kîmyewî bi kar anî.
Helîkopter li ser qadên Mamreşo, Tabûra Ereban, Banista, Mervanosê û Derarê ya herêma Metînayê geriyan. Di heman demê de derdora gundên Derarê, Hirorê, Êdinê, Deşîşê, Seraru û Kela Qûmriyê hatin bombardumankirin.
Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Kurojehro û 12'ê Tîrmehê qada Kunîşka yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombardûmankirin. Ji ber vê êrişê tiştek bi hêzên me nehatiye."
ANF/BEHDÎNAN