- HPG´ê da zanîn ku berevajî îdîayên dewleta Tirk, gerîla li Bakurê Kurdistanê jî gelek çalakiyan dike, lê dewleta Tirk û çapemeniya wê van çalakiyan nabînin. HPG´ê got, di çalakiya koordîneyî ya hêzên gerîla ya 14´ê Cotmehê de li Serhedan, li nêzî qereqola Sarixro, 5 dagirker hatine kuştin.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Serhedê çalakiyeke koordîneyî kirine û di encamê de 5 dagirker kuştine. HPG´ê her wiha got, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 5 dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Berxwedan û çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Li dijî artêşa dagirker her roj bi dehan çalakî têne kirin û gelek dagirker têne cezakirin. Lê belê artêşa dagirker windahiyên xwe eşkere nake. Hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê van derewên medya şerê taybet a Tirk bi çalakiyên koordîneyî yên gerîla pûç dikin. Tîmên me yên gerîla yên pisporbûyî li Serhedê ji sê baskan ve çalakî kirin, gelek taktîk di nava hev de bi kar anîn û bêyî ku windahiyê bidin, derbeke giran li dagirkeran xistin. Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe yên li vê derê bi temamî veşartin. Li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyan de 10 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû.”
HPG’ê agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran, kite bi kite eşkere kirin:
Li herêma Serhedê
14’ê Cotmehê li herêma Serhedê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hate kirin. Saet di 08:43’an de wesayiteke tîpa Kîrpî ya ji qereqola Sarixro derket û dagirkerên li bircan diguhertin, bi rêbaza sabotajê, derb lê hate xistin. Ji sê baskan ve bi hevdemî derb lê hatin xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi xurtî li dagirkeran xist û nehişt ku destwerdan li cihê çalakiyê bê kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji cihekî nêz ve li wan dagirkeran xist ku dixwestin dest li devera çalakiyê werdin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi sûîqestê li dagirkerê li bircê xist û dagirkerek ceza kir. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopter, wesayitên zirxî mirî û birîndarên xwe rakirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, trafoyek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî ya tîpa Kîrpî hate xistin.
Şehîd Delîl li rojavayê Zê
15’ê Cotmehê saet di 09:00, 10:00, 12:00 û 19:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA Starê 3 caran bi çekên giran derb li dagirkeran xistin. Derb li 3 çeperan hatin xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
15’ê Cotmehê saet di 09:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
14’ê Cotmehê saet di 19:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.
15’ê Cotmehê saet di 12:35 û 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
15’ê Cotmehê saet di 16:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, dagirker astekê vekişiyan.
15’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li herêma Metînayê
15’ê Cotmehê saet di 14:00 û 16:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.
Êrişên sûc ên artêşa Tirk
15’ê CotmeHê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê çeperên şer 38 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. 3 ji van teqemeniyan dûyê bi rengê spî li pey xwe hişt, 8 jî teqemeniyên qdexekirî bûn, ku teqînên gelekî giran pêk anîn.
15’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi droneyên bombebarkirî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
15’ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrişên din ên artêşa Tirk
15’ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN