Gerîla li her derî ye
Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:36
- Amed Malazgîrt: Dijmin bêyî berdêl wê nekeve ti derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe, şiddeta vê jî wê zêde bibe. Gerîla li her derê û li her qadê ye. Li çiya, bajar, kolanan wê berxwedanê geş bike.
Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, Amed Malazgîrt got, “Dijmin bêyî berdêl wê nekeve ti derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe, şideta vê jî wê zêde bibe.”
Amed Malazgîrt got, “Me ti carî negot, dijmin wê nikaribe were derekê, lê bêyî berdêl nikare têkeve derekê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe, şideta vê jî wê zêde bibe.”
Amed Malazgîrt berxwedana mezin a zindanan a beriya bi 40 salan bi bîr xist û got, “bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr ên ku ew jî avakarên PKK’ê bûn di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Rojiya Mirinê ya Mezin da destpêkirin. Bi vî awayî li hemberî hovîtiya TC’yê serê xwe netewandin û di nav PKK’ê de ruhê fedaîbûnê ava kirin û ev ruh kirin xetek.”
Fermandar Malazgîrt got, gerîla îro jî bi vî ruhî şer dike: “Di 17’e Nîsanê de danê sibehê dewleta Tirk êrişa dagirker ji erdê ve da destpêkirin û ev êriş 3 mehên xwe diqedîne. Îro şer û berxwedana mezin a li Zap, Avaşîn û Metînayê, bi ruhê berxwedana beriya 40 salan a heval Hayrî û Kemal a li zindanê ye. Li ser xeta fedaî ya Zîlanê didome. Em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê berxwedanê, Kurdistana azad ava bikin.”
Nikarin gerîla sûcên eşr dikin
Amed Malazgîrt got, dijmin ketibe ku derb lê xwarine û “Hê jî li Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî giran didome. Hêzên taybet ên ku dewleta Tirk, hêza wê ya leşkerî ya profesyonel û teknîka herî modern a NATO’yê têr nekir, li hemberî gerîla bi ser neketin. Xayinên Kurd jî li ser navê cerdevaniyê tevlî vî şerî tên kirin. TC ligel ku ev qasî hêz û teknîkê bi kar tîne, li hemberî gerîla têk diçe û ji ber vê, çekên kîmyewî, fosfor û çekên nukleer ên taktîkî bi kar tîne. Li hemberî berxwedana li tunelên şer, berê xwe didin her cure rêbaza derexlaqî ya ku tê wateya sûcê şer.”
Fermandar Amed Malazgîr t got, di civîna NATO’yê ya dawîn de derketiye holê ku li hemberî Kurdan konsepteke navneteweyî heye.
Gerîla hêzên taybet feşkilandin
Lis er rewşa şer a meydanî jî fermandar Amed Malazgîrt got, êrîşa dagirkeriyê li rojhilatê Zê (Zapê) dest pê kiriye, li vir berxwedanê ew tengijandiye û wiha dewam kir: “Êrişa xwe ya dagirker ber bi Girê Hekkarî û rojavayê Zapê ve berfireh kir. Li ser xeta Şehîd Şahîn bi pêşengiya heval Bager û Avzem derbên gelekî giran li dijmin hatin xistin, cenazeyên dijmin li tunelan man, alavên leşkerî yên li ser wan hatin rakirin. Dijmin çiqasî xwest têkeve tunelan jî hemû hewldana wan hate pûçkirin. Dijmin bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar anî û dema ku nekarî encamê bistîne, bi teqînên mezin xwest îradea fedaiyên li Şehîd Şahîn bişkîne.”
Ji bo pûçkirina hêza dijmin jî, Amed Malazgîrt ev nimûne nîşan da: “Li Girê Cehennemê dijmin gelekî pesnê yekîneyên xwe yên taybet dida û ligel teknîka modern, êrişa wan rastî berxwedana komek gerîla hat. Gerîla çû ser wê hêzê, bi çalakiyên xurt ên bi taktîkên afirîner li dijmin da û encamên mezin wergirtin.”
90 rojan ew gir ê gerîlayan e
Ji bo berxwedana bê navber a li Şikefta Birîndara û devera Karkerê jî wê got, “Hevalên me sê meh in êrişên hovane û nemerdane yên dijmin pûç dikin.”
Ji bo berxwedana Werxelê jî dermandarî got, “Dijmin di tunelên Werxelê de gaza jehrî bi kar tîne, teqînên mezin dike, di têketina tunelan de tekeran dişewitîne lê li hemberî van êrişan hevalên li Werxelê li ber xwe didin. Dema dijmin dixwaze bikeve tunelan, li hemberî dijmin çalakiyan dike, ji ser dijmin alavên leşkerî radikin. Dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û 90 roj in nikare vî girî bixîne.”
Berê xwe da rojavayê Zê (Zapê)
Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, Amed Malazgîrt da zanîn ku ji ber şikestina li van deveran, ji bo xwe serketî nîşan bide, “êrişên xwe ber bi rojavayê Zapê berfireh kirin. Li hemû girên li rojavayê Zapê dema ku leşker danîn qadê, derbên giran xwarin. Hinek cenazeyê wan hê li kendalan in.
Hevalên li Girê Amêdiyê hinek cenaze bi dest xistin, yek jî hê jî di destê hevalan de ye. Me ti carî negot dijmin wê nikaribe were. Dewlet e, derfetên wê hene, ji derve ve alîkariyê werdigere, dijmin bêyî berdêl wê nekeve tui derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe, şiddeta vê jî wê zêde bibe.
Gerîla li her derê û li her qadê ye. Li çiya, bajar, kolanan wê berxwedanê geş bike. Dilsoziya me ya ji bo hevalên şehîd ev e.”
ANF/BEHDÎNAN