Gerîla li her derê lê dixe

În 30 Îlon 2022 - 03:27

  • HPG: Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin, xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.

 

HPG’ê ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîla Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin: “Ev çalakî bersiva li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya fedaî ya li Mezîtlî ya Mersînê daxuyaniyek weşand. HPG´ê got, “Şeva 26’ê Îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedayî kir. Ev çalakî bersivek e li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla.

Hevrêyên me Sara û Rûken perspektîfa tîma gerîla ya fedaî ya profesyonel ji xwe re kir esas, wan xwe ji çiyê berda, tora îstîxbaratê ya dijmin têk bir û bi rengekî serketî gihîştin armanca xwe. Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze atmosfereke welê biafirîne ku qaşo ‘li Tirkiyeyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî dizane, li her derê sîxurê xwe heye’ û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne. Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê, ti agahiya xwe tine bû. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ji bo lawaziya xwe veşêre, senaryoyeke sexte pêşkêşî civakê kir.”

 

Gerîla behreyên xwe nîşan dan

HPG´ê da zanîn ku bi vê yekê gerîla nîşan daye ka dikare çi bike: “Tîma me ya gerîla ya fedaî ya bi fermandariya hevrê Sara, bi rengekî profesyonel gihişt armanca xwe. Hevrêyên me Sara û Rûken li pêş çavan bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya ji xwe, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan û ruhê fedaîtiyê nîşan dan. Bi înîsiyatîf destpêkê bi debanceyê, piştre jî bi çekên otomatîk li dijmin xistin. Tîma me ya fedaî ev çalakî li ser wê bingehê bi rêxistin kir ku bêdudilî bi ser dijmin ve biçe, teqez encamê bi dest bixe û çalakiya fedaî pêk bîne. Her wiha ev çalakî di asta herî bilind a profesyoneliyê de bi hostatî hate plankirin ku bi ti awayî zerar negihêje sivîlan. Ev plana xwe bi rengekî serketî bi cih anîn, piştî ku bi dijmin re şer kirin, dijmin bi ser xwe ve kişandin û teqemeniyên amade kiribûn teqandin. Bi vî rengî çalakiya xwe kirin û şehîd bûn. Vê çalakiya hevrêyên me Sara û Rûken nîşan da ku tîmên gerîla yên fedaî yên otonom ên profesyonel û milîtanên fedaî yên Apoyî dikarin li her cihî di her astê de çalakiyê bikin.”

 

Li dijî çekên kîmyewî çalakiya tolhildanê

HPG´ê bi bîr xist ku dewleta Tirk di salên 2021 û 2022’yan de 2568 caran çekên kîmyewî û bombeyên navneteweyî qedexekirî, bi kar anîne û di van êrişan de 66 hevrêyên wan şehîd bûne, û ev çalalî bersiva van êrişan e jî: “Hevrêya me Sara sala 2021’ê Sibatê li hemberî êrişa dagirkeriyê ya dijmin a li Gareyê, di asta fermandariyê de tevlî operasyona şoreşgerî bû. Hevala me ya destpêkê bû ku bi operasyona şoreşgerî yekser kete nava liv û tevgerê, bêteredût bi ser dijmin ve çû û xwe gihand kampa Siyanê ya ku bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk hevrêyên me lê şehîd bûn. Hevrêya me Sara li vê derê kete bin bandora gazên kîmyewî. Şehadeta Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên me yên pê re şehîd bûn, bandor lê kir û soz da ku wê tola wan ti carî li erdê nehêle û çalakiya fedaî jî li ser vê bingehê pêk anî.”

 

Haya AKP-MHP´ê ji bayê felekê nîne

HPG´ê da zanîn ku haya hikûmetê û saziyên wê ji çalakiyê nebû, û heta wan daxuyanî nedaye jî, wê nizanîbû ka kê çalakî kiriye. HPG´ê da zanîn ku daxuyaniya dewleta Tirk a li ser nasnameya Zozan Tolan jî derew bûye: “Hikûmeta AKP-MHP’ê tevî ku zane hevala me Zozan Tolan tevlî vê çalakiyê nebûye, bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Ti elaqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikumeta AKP-MHP’ê ji ber vê çalakiyê gelek kes binçav kir, zext û êşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne. Ev hemû jî hewldana nixumandina têkçûna xwe ya li pêşberî çalakiya gerîlayên me yên fedaî ye.”

 

Nerazîbûna ji şermezarkirinan

HPG´ê îşaret bi rewşa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd kir û nerazîbûna xwe ji şermezarkirina çalakiyan fedaî ya gerîla nîşan da û got, “Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin, bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin, xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.”

Nasnameya şehîdan jî wiha hat eşkerekirin:

Sara Tolhildan (Dilara Urper) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Pîroz û Hamdî, 26’ê Îlona 2022´yan li Mersînê şehîd bû.

Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) a li Qamişlo ji dayik bûye, keça Faîze û Feremez, 26’ê Îlona 2022´yan li Mersînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.