- Ji fermandarên HPG’ê Heqî Armanc got, artêşa Tirk li ser her girê Heftenînê yê ku leşkerê xwe daniye, derbên mezin xwariye û her girê ku dagir kiriye, gerîllayan dor lê girtiye.
Fermandar Heqî Armanc beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê, armanca van êrişan û berxwedana gerîla axivî.
Heqî Armanc diyar kir ku polîtîkaya êrişkariyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser esasê stratejiya qirkirina gelê Kurd, bêdengkirina siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin û destnîşan kir ku ev stratejî li ser tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê hatiye avakirin.
Fermandar Heqî Armanc destnîşan kir ku gerîla ji ti devera Heftanînê venekişiya ye û got, ”Rast e wan jor girtiye, lê belê em li kêleka wan in. Gerîlayên Heftanînê bi lehengî li ber xwe didin û gavek paş de neavêtiye.”
Bi dewamî Heqî Armanc got, ”Êriş li ser hebûna me ye, li ser neteweya me ye, li ser welatê me ye. Ne li ser tiştekî cuda ye. Ji ber vê yekê ti partî û sazî nikarin li pêşiya nerazîbûna gel bibin asteng. Lewma divê her kes xwedî helwesteke bi rûmet be û li dijî vê dagirkeriyê tiştekî bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN