Gerîla li Bakur xweş lê da

Duşem 13 Hezîran 2022 - 22:30

  • Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkeriyê çavê xwe berdaye Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Bakur derban ji gerîla dixwe. Gerîla li Botanê herî kêm 4 dagirker kuştin.

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 15 dagirkerên din hatin kuştin, wesayîteke zirxî ya Amarok jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de got, “Li ser navê hevrêyên me Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn ên ku fermandarên nemir ên qada me ya Botanê ne, li vê herêma me pêngaveke duyemîn a Egîdên Botanê dane destpêkirin. Li ser esasê pêngavê, tîmên me yên gerok ji Bestayê heta Katoyê çalakiyên bi bandor li dar xistin û gelek operasyonên dagirkeran pûç kirin. Dewleta Tirk derbên ku li Bakurê Kurdistanê xwarine, ji raya giştî vedişêre û dixwaze ser wê bigire. Hêzên me yên li qadê em agahdar kirine û derketiye holê ku hemû nûçeyên di medyaya şerê taybet a dewleta Tirk de derew in. Di çalakiyên Botanê de 5 operasyon hatine pûçkirin, 4 dagirker hatine cezakirin, wesayîteke zirxî ya Amarok hatiye îmhakirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tîmên me yên gerok û hêzên me yên li tunelan li ber xwe didin, 11 dagirker ceza kirine, dagirkerek birîndar kirine, pergaleke kamerayê ya mobeseyê û dronek îmha kirine. Qadên Berxwedanê 21 caran bi helîkopteran, 27 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin, tunelên şer jî 27 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin.”

HPG´ê kite bi kite ev agahî li ser çalakiyên da: 

Li Botanê

Artêşa Tirk a dagirker li Botanê di 14’ê Nîsanê de li herêmên Tehtereş û Masîroyê û di 14’ê Gulanê de jî li Tehtereş û di 28’ê Gulanê de jî li Kato Xelîla operasyon daye destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku encamekê wergirin, hatiye vekişandin. Operasyona ku di 5’ê Hezîranê li Kato Xelîla hatibû destpêkirin, hê jî didome.

Di Nîsanê de hêzên me yên YJA-Starê li hemberî dagirkerên li Girê Tenûrê ya Bestayê çalakiyek kir. Dagirkerên ku bi wesayîta zirxî ya Amarokê dema çûne Girê Tenûrê bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Wesayîta zirxî ya Amarokê hate îmhakirin û 2 dagirkerên di wesayîtê de jî hatin cezakirin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di 20.30’an de bi sekvaniyê li dagirkerên nîzamiyeya qereqola Tingê ya Şaxa Wanê hatine xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên gerok ên YJA Starê hatiye kirin û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di 00.00’an de tîmeke me ye gerok dema li Bestayê li ser peywira xwe bû, artêşa Tirk a dagirker li qadên Serê Orman û Besta Biyê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk qad bomberdûman kiriye û piştre leşker danîne qadê. Artêşa Tirk di 7’ê Hezîranê de bêyî encamekê wergire, ji qadê vekişiyaye. 

Li Metînayê

Di 12’ê Hezîranê saet 11.00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM´ê dagirkerek bi sekvaniyê hat cezakirin.

13’ê Hezîranê saet 08.00’an hêzên YJA Starê bi sekvaniyê pergala kameraya mobeseyê ya dagirkeran a li qada Berxwedanê ya Girê FM rûxand.

Li Zê (Zapê)

Di rojên 5, 6, 8 û 9’ê Hezîranê de, dagirkeran xwest xwe li qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin, bûne hedefa çekên giran û bênavber li wan hat xistin. Bicihbûna dagirkeran a li Herêma Berxwedanê hate astengkirin.

Di 10’ê Hezîranê saet 17:00’an de hêzên me yên YJA Starê, dagirkerên ku xwestin tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Karker bi teqemeniyan bombebaran bikin, bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Dagirkerên ku darbên giran li wan hation xistin, gavekê vekişiyan.

Di 12’ê Hezîranê saet 06:11’an de li dijî dagirkerên ku xwestin xwe li qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin, çalakiya gerîlayan a bi koordîne hat lidarxistin. Baskê çalakiya yekem; dagirker kirin hedef û gulebaran kirin û dagirkerek ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; Bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kir.

Di 12’ê Hezîranê saet 18:20’an hêzên me li herêma Berxwedanê ya Karker bi çekên giran li dagirkeran xist.

Di 12’ê Hezîranê de dagirkeran xwest xwe li derdora tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin, bi çekên giran 2 caran hedef hatin girtin. Dagirkeran derb xwarin û li bejahiyê belav bûn.

Di daxuyaniya xwe ya 12’ê Hezîranê de me diyar kiribû ku li herêma Dola Şîvê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar rû daye û agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin. Di 9’ê Hezîranê de dagirkeran xwest li Girê Şoreş û Girê Şehîd Umît ên li herêma Berxwedanê ya Çiyareşê bi cih bibin. Şeva 10’ê Hezîranê herêma Dola Şivê 6 caran ji aliyê balafirên şer û 11 caran jî ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin. 11’ê Hezîranê saet 14:00’an de di navbera hêzên me û dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin, şer qewimî û heta danê êvarê dewam kir. Di vî şerî de 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di dema şer de dever 2 caran ji aliyê balafiran ve hat bombekirin. Di heman demê de balafireke bê mirov ku li herêmê geriyabû ji aliyê hêzên me ve hate xistin û rûxandin. Cenazeyên dagirkeran saetekê di bin kontrola hêzên me de man. Dagirkerên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin dîsa bûn armanca derbên hêzên me û li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin. Piştre jî qada şer 8 caran bi helîkopterên êrişê hat bombekirin. Piştî çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me, dagirker gavekê vekişiyan. Qada Berxwedanê di kontrola tîmên me yên gerok de ye.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.