Gerîla li Bakur û Başûr lê xist

Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:30

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku hêzên gerîla ji Başûr heta Bakur, her bosta xaka Kurdistanê kiriye warê berxwedanê, û derbên xurt li dagirkeriyê xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku hêzên gerîla ji Başûr heta Bakur, her bosta xaka Kurdistanê kiriye warê berxwedanê, û derbên xurt li dagirkeriyê xistine. Di çalakiyên dawî de herî kêm, 9 dagirkerên din hatine kuştin. 

HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê li ser her bosta xaka Kurdistanê derbên giran li dagirkeriyê didin.

Hêzên me bi tîmên pispor li dagirkeran didin û di encamê de 9 dagiker kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Wesayîteke leşkerî ya tîpa Reo, çeperek, çekeke A-4 û bombeavêjek hatin îmhakirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir: “Li Herêma Botanê: 

20’ê Nîsanê artêşa TC a dagirker, li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. 23’ê yê Nîsanê li devera Difindag hêzên me yên YJA Starê dagirker kontrol kirin û li wan xistin. Bi şev, hêzên me yên YJA Starê dubare ji nêzîk ve li dagirekran da. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiya hêzên me yên YJA Starê, dever bombe kir û heman rojê ji deverê vekişiya.

27’ê Nîsanê saet 13:00’an yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a li devera Helena Pîr a Şirnexê, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û piştre gerîla bi sekvaniyê li wan da, dagirkerek kuşt. Heman rojê hêzên dagirker ên li Girê Hirmo, piştî ku hêzên me ew kontrol kirin, bi taktîka sekvaniyê li wan da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin. 

28’ê Nîsanê yekîneyên me yên tîmên bi tevger ji nêzîk ve li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê li devera Girê Şehîd Jêhat da. Di encamê de herî kêm dagirkerek hat kuştin, dagirkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya bi desteka hekîkopterên êrişê kuştî û birîndarên xwe rakirin.

Li Herêma Avaşînê:

29’ê Nîsanê saet 12: 15’an çepara A-4 a dagirkeran a li derdorî Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve tevî çepera xwe hat îmhakirin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

30’ê Nîsanê saet 12: 10’ê hêzên me li çeperên li derdorî Qadên Berxwedanê ya Werxelê dan. Di encama xurt a derban de dagirkeran çeperên xwe hiştin û reviyan. Heman rojê saet 12:45’an dagirkeran xwest bi helîkopteran windahiyên xwe ji deverê dûr bixin, ew jî bûne hedefa hêzên me.

Di encama destwerdana hêzên me ya bi çekên giran de, helîkopter neçar ma ji herêmê bireve.

30’ê Nîsanê saet navbera 15:00-14:30’î çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Berxelê ji aliyê artêşa TC bi çekên kîmyewî, dîsa ji qereqolên ji xeta sînor bi obusan dijwarî hatine bombekirin.

Li Herêma Zê (Zapê);

Roja 30’ê Nîsanê saet 17:30’an hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li derdora herêma Berxwedana Serdemê ya Kurêjahro li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de rast li hedefên hatine tespîtkirin, hat xistin.

30’ê Nîsanê saet 11.30’an, li derdora herêma Berxwedana Serdemê ya Kurêjahro hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xist. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.

Di 30’ê Nîsanê saet 18:30’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi taktîka sekvaniyê ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û dagirkerek hate kuştin.

30’ê Nîsanê saet 15:00’an, dagirkeran xwest ber bi qada Berxwedana Serdemê ya Girê Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi çekên giran li wan xist. Piştî ku dagirkeran darb xwarin, gavekê vekişiyan.

Êrişên kîmyewî 

30’ê Nîsanê saet 22:30’an helîkopterên êrişê yên di ser Amediye û Dihoka re yanî diser herêma PDK’ê re xwestin herêma Berxwedanê ya Kurêjahro bombebaran bikin; hêzên me dest werdan wan, helîkopter neçar man ji deverê derkevin. 

30’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran li dijî Herêmên Berxwedanê ya Kurojahro û çeperên şer ên Şehîd Berxwedan, çekên kîmyewî bikar anîn.

Li herêma Xakurkê;

27’ê Nîsanê saet 06:00’an wesayîta leşkerî ya Tîpa Reo ku di navbera Girê Kevortê û Girê Masîro de diçû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, bi taktîka sabotajê hate derbkirin. Di encama çalakiyê de wesayîta leşkerî hate rûxandin û 3 kesên tê de jî hatin kuştin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.