- Gerîlayên Kurdistanê di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê de bêhtirî 10 dagirkerên din kuştin. Gerîlayan her wiha li Cûdî jî bi çalakiyan derb li dagirkeran û hevkarên wan xistin.
HPG’ê ragihand ku gerîla ji Cûdî heta bi Zagrosan li her derê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanwarî dike. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 11 dagirker ceza kirin.
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û li ser berxwedan û çalakiyên gerîlayan agahî dan.
HPG´ê got, li Cûdî gerîlayan bi ser kargeha hevkarê dewleta Tirk Suleyman Bolunmez bi çalakiyekê 11 kamereyên li cihê kar û 11 wesayît rûxandine û 2 çek û 3 durbîn jî desteser kirine.
HPG´ê ji bo şerê 7´ê Hezîranê yê li Cûdî jî got, "Saet 03:45’an li devera Navsera Cûdî ya Herêma Cûdî ya Şirnexê di navbera komek hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimîbû. Di vî şerî de gelek dagirker hatin cezakirin. Hevrêya me Dilsoz Cûdî ku heta guleya xwe ya dawî fedayî şer kir, bi giranî birîndar bûbû, ji bo dîl nekeve destê dijmin, bombeya li ser xwe bi xwe de diteqîne û şehîd dibe."
Nasnameya gerîlaya şehîd weke Dilsoz Cûdî (Bedîa Yalıç) ya li Şirnexê jidayikbûyî, 7’ê Hezîrana 2021´ê li Cûdî şehîd bû.
HPG´ê di dewamê de got, "7’ê Hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Hirmo ya herêma Cûdiyê operasyon dikirin, bi çalakiyeke sabotajê 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran bi helîkopterên êrişê devera Girê Hirmo bombe kiri, beşek qismî ya operasyonê vekişiyaye."
Hêzên hewayî li dijmin xist
HPG´ê çalakiyên hêzên xwe yên hewayî jî wiha ragihandin: "Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal, 10’ê Hezîranê saet 11:30’î li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metînayê ji esmanan ve çalakiyek kir. Li hedefên diyarkirî hat xistin."
Çalakiyên li Avaşînê
HPG´ê ji bo çalakiyên li Avaşînê jî got, "9’ê Hezîranê saet 05:30’î gerîlayan li dijî dagirkerên nêzî tûnelên şer ên li devera Werxelê, bi çekên ferdî û bi bandor çalakî kir. Di vê çalakiyê de dagikerek hat cezakirin. 2 jî hatin birîndarkirin. Saet 09:30’î jî li dijî dagikerên ber bi tûnelên şer ve bi pêş ve dihatin, bi sabotajê çalakiyek hat kirin. Dagiker ku neçar man vekişin, bi dronan xwestin dîmen bigirin. Piştî mudaxeleya hêzên me, dronên xwe jî ji qadê dûr xistin. Saet 15:30’î jî li dijî dagikerên xwestin nêzî tûnelên şer bibin, çalakiyek hat kirin. Dagikerên ku derb xwarin, neçar man vekişin. Saet 16:00’an 3 caran bi sabotajê û bi çekên ferdî li wan hat xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin. saet 17:00’an li nêzî girekî çeperên şer bi sabotajê li wan hatiye dayîn, dagikerek hat cezakirin, yek jî birîndar bû.
9’ê Hezîranê di şer û çalakiyên li çeperên şer ên li Werxelê de 6 dagiker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûne.
10’ê Hezîranê saet 10:00’an li bejahiya Werxelê bi sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin.
10’ê Hezîranê saet 11:00’an 5 çenteyên dagirkeran ên li Werxelê, kunyeyên leşkerî û 150 kîlogiram teqemenî hatiye desteserkirin.
10’ê Hezîranê saet 14:00, bi çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer li wan hatiye dayîn. Li vir dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Çalakiyên li Zê û Metîna
Ji bo çalakiyên li Zê jî HPG´ê got, "9’ê Hezîranê gerîlayan saet 20:00’an li sîlsîleya Cîloyê Piçûk bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.
Ji 10’ê Hezîranê saet 14:30’î heta niha li devera Zendûra li çeperên şer teqînên mezin û şerekî dijwar heye.
Egîd Tîmok şehîd nebûye
HPG´ê wekî din da zanîn ku wan berê ragihandibû ku 29’ê Adara 2021’ê li devera Kela Şehîdan a Mêrdînê eşkere kir, di şerê li dijî artêşa TC’ê de hevrêyê wan Egîd Timok (Kamûran Sûnar) şehîd bûye. HPG´ê got, piştî lêkolîna li deverê, wan zelal kiriye, Egîd Timok (Kamûran Sûnar) şehîd nebûye, li ser erka xwe ye: "Di şerî de hevrêyê me Egîd Bîrhat (Serdar Saglam) şehîd bûye. Di heman şerî de hevrêyê me Ferhat jî şehîd bûye."
Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:
- Egîd Bîrhat Nûcan (Serdar Saglam) ê li Şirnexê jidayikbûyî, 29’ê Adara 2021´ê li Mêrdînê şehîd bû.
- Ferhat Cûdî (Yakup Salgin) ê li Mêrdînê jidayikbûyî, 29’ê Adara 2021´ê li Mêrdînê şehîd bû.
BEHDÎNAN