Gerîla Kurdistanê diparêze

În 15 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • HPG´ê doh bîlançoya şer a 3 mehan eşkere kir û got, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi 1129 çalakiyan hezar û 528 dagirker kuştin. 

HPG’ê bîlançoya şer a 3 mehan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê hezar û 528 dagirker di sê mehan de hatine kuştin, 3 helîkopter û tankek jî di nav de, gelek wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin. 

HPG´ê ji bo bîlançoyê got, “Dewleta Tirk a mêtinger û faşîst êrişî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê kiribû û dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiribû. Sê meh di ser van êrişan re derbas bûn. Di van êrişan de bi hezaran dagirker hatine seferberkirin, teknîka şer a NATO’yê hate bikaranîn. Gelekî eşkere ye ku armanca sereke ya van êrişan ew e ku diyardeya Kurdistan û Kurdan a ku dagirker jê ditirsin, ji holê were rakirin. 

Li hemberî van êrişên nemerdane yên dermirovî û di hiqûqa şer de ti cihê wê tine, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi awayî fedaîyane şer dikin, li bereyên şer bi pratîka xwe ya bêhempa bersiva pêwîst didin dagirkeriyê. Hevrêyên me di şertên herî dijwar de, ji eniyekê diçin eniyeke din, xwedî li rûmeta gelê me derketine û careke din îsbat kirine ku ti kes wê nikaribe ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê biqedîne, ew ruhê rastiya Kurd û Kurdistanê yê ku Rêber Apo ew afirandiye."

Artêşa Tirk Cenazeyên xwe bombe kirin

HPG´ê îşaret bi nemirovbûna êrişên dagirkeriya Tirk kir û got, "Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya Kurdên xiyanetkar û bi çekên ku hêzên NATO’yê daye wan Qadên Berxwedanê bi deh hezaran caran bi obus, hawan û helîkopterên êrişê û balefirên şer bombe kirine lê dîsa jî nekarîne berxwedana hêzên me bişikînin û taktîka dagirkeran xitimiye. Ji bo ku xwe ji vê xitimandinê rizgar bike, artêşa dagirker tevgera dagirkeriyê her berfirehtir kiriye û herî dawîn di 4’ê Tîrmehê de bi dehan caran bi obus, hawan û helîkopterên êrişê û 17 caran jî bi balefirên şer Qadên Berxwedanê yên Girê Amêdiyê bomberdûman kirine û piştî van êrişan karîbûne leşkeran deynin deverê. Hêzên me bi lez mudaxele kirin, li van cihên ku daketine erdê jî derbên giran li dagirkeran xistin. Hêzên me çûne ser bi dehan cenazeyên dagirkeran, gelek alavên leşkerî desteser kirin û wekî îsbat dest danîne ser du cenazeyên leşkeran. Artêşa Tirk a dagirker nirxên mirovayetiyê tine hesibandin û êşkence li cenazeyên gerîlayên şehîd kir û di heman demê de bi dehan caran bi balefirên şer û obusan cenazeyên xwe jî bombe kirin û hewl dan van îsbatan ji holê rakin. Ligel ku artêşa Tirk a dagirker gelek hewldanên qirêj kirin, gelek cenazeyên dagirkeran bi rojan di bin kontrola hêzên me de man."

1198 caran çekên kîmyewî bi kar anîn

Li ser bikaranîna çekên kîmyewî jî HPG´ê got, "Artêşa Tirk a mêtinger piştî xitimî, hiqûqa şer bin pê kir, li Qadên Berxwedanê jî çeperên şer bi hezaran caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirin. Ligel van êrişan jî hêzên me li ber xwe dan, dagirkeran nekarî encamekê bi dest bixin û li ser çeperên şer bombeyên termobarîk û fosforê yên qedexekirî bi kar anîn.

Hêzên me bi Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş gelek çalakî kirin. Tîmên me yên bi tevger ruhê serdemê zeft kirine û her firsend veguherandine çalakiyê, taktîkên serdegirtin, vedizî, sabotaj, sekvanî û kemînê di nav hev de bi kar anîn û gelek çalakiyên bi koordîne li dar xistin. Bi Operasyonên Tolhildana Şoreşger bêhna dagirkeran çikandin. 

Dagirkeran li hemberî berxwedana destanî û terza şerê fedaî ya hêzên me nekarî encamekê bistînin û 1198 caran bi çekên kîmyewî, cureyên bombeyên taktîk nukleer û termobarîk wekî teqemenî bi kar anîn, qanûnên şerê navneteweyî bin pê kirin û sûcê herî giran kirin."

72 şehîdên berxwedanê

HPG´ê da zanîn ku di şerê sê mehan ên li Zê, Avaşîn û Metînayê de 72 gerîla şehîd bûne: "Qehremanên me yên nemir ên ku bi ruhekî fedaî heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine, li pêşiya dagirkeran bendeke ava kirin. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de, 72 hevrêyên me şehîd bûn. Îrade û mîrateya ku şehîdên me yên nemir bi fedaî şer kirine û ava kirine, wê bibe mîsogeriya doza azadiyê ya pîroz a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê û meşa serfiraziyê."

1528 dagirker hatin kuştin

HPG´ê da zanîn ku ji 17´ê Nîsana 2022´yan ve gerîlayan 1129 çalakî li dar xistine û encamên van çalakiyan ên sereke jî li jêr in:
l 1528 dagirker hatin kuştin, 3 ji wan kontra û 6 jî payebilind bûn. 

- 217 dagirker birîndar bûn.

HPG´ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî Herêmên Berxwedanê 2 hezar û 623 caran bi balefirên şer êriş kiriye, 1978 caran bi helîkopterên êrişê bombebaran kiriye, 1198 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî tunel û çeperên şer ên gerîlayan kiriye.

Di şer û çalakiyan de gerîlayan 7 tivingên piyade MPT-55, tivingeke piyade MPT-66, 2 tivingên piyade M-16, tivingeke piyade ya AK-47, 2 tivingên HK-416, 3 demançe, çekeke BKC,  roketavêjeke B-7, 2 çekên bombeavêjê, gelek guleyên wan, gelek kamera, dûrbîn û mayîn desteser kirin.

3 helîkopter hatin xistin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di van sê mehan de wekî din helîkoptereke êrişê û 2 helîkopterên Skorsky xistin xwarê. Wan tankek, 6 wesayîtên leşkerî yên zirxî, 19 drone, 3 radar, 16 konên leşkerî, 41 çeperên şer û gelek alavên din ên leşkerî îmha kirin. Gerîlayan wekî din derb li 25 helîkopterên êrişê û 31 helîkopterên Skorsky jî xist.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.