Gerîla ji hewa û erdê lêdixe

Şemî 11 Çile 2025 - 03:10

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê ji bejahî û hewayî ve li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyan de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin û konek û konteynirek hatin îmhakirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş

5'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Golkayê ya li herêma Metînayê li konekî li pîsta helîkopterê ya dagirkeran xist. Di encamê de kon îmha bû.

7'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê konteynirekî dagirkeran bi amûrên hewayî hate îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

8'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

9'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek birîndar bû, derb li çekeke doçka hate xistin.

9'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Xakurkê

7'ê Çileyê saet li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û dagirkerên li qadê piştî destwerdana hêzên me neçar man bi astekê xwe vekişînin.

9'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

6, 7 û 9'ê Çileyê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 13 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

6 û 7'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

8'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 5-9'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Zinar, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Girê, Dêreşê, Zêvkê, Heftebaxê, Mijê 16 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê, Girê Baharê 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.