Gerîla ji erd û ezmên lê xist

În 24 Çile 2025 - 03:15

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve gelek caran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş

22'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, ji hewayê li konteynireke dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Agir bi konteynirê ket û îmha bû.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

18'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

21'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

22'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirker hatin rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

21'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê 3 caran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Piştî çalakiyê dagirker neçar man xwe vekişînin.

22'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê

20'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate desteserkirin.

22'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên di tevgerê de hate xistin. Di encamê de tevgera dagirkeran hate rawestandin.

21'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û tevgera wan hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê droneyeke dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

18 û 19'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

19 û 22'ê Çileyê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin û 5 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Di navbera 18-23'ê Çileyê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf, Sinînê, Lolan, Goşînê 19, li herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Spîndarê, Dêreşê, Sîser, Zêvkê, Yekmalê, Mijê, Deriyê Hirçê, Dînartê 13, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 4, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Bexwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 5; bi giştî 41 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Çileyê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 5 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.