• Amed Malazagîrt: Dijmin dîsa haziriyan dike. Zivistana çûyî, pêkanîna tevgera dagirker ji hêlên xwe yên çê û xirab ve me şirove kir û nirxand. Êdî divê em xwe xweş hazir bikin. Dibe ku saleke ji sala çûyî zortir bibe.

Endamê Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Amed Malazgîrt li Zagrosê di pîrozbahiya Newrozê de ji gerîlayan re axivî û got, dibe ku pêvajoyeke ji sala bihurî zehmettir dest pê bike, û amadekariyên wan jî li gorî vê yekê ne.

Gerîlayan li devera Zagrosê, bi merasîmeke mezin Newroz pîroz kir. Piştî merasîmê, li ser navê Fermandariya Navendî ya HPG´ê, Amed Malazgîrt bi hêzên HPG'ê û YJA Starê re civîn pêk anî.

Malazgîrt got, ''Em ketina meha Adarê û Newrozê pîroz dikin. Bila Newroz li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê Kurd, li dostan û li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, pîroz be. Ji bo gelê Kurd Newroz roja berxwedan, serfirazî û rabûna koledariyê ye.  Tevgera me ya azadiyê bi ruhê Kawayê hevdem Mazlûm Dogan ev 40 sal in şer dike û li ber xwe dide. Hevrê Mazlûm Dogan ku zilma artêşa Tirk qebûl nekiriye, li dijî vê zilm û êşkenceyê şeva 20'ê Adarê bi çalakiyekê kir, gelê Kurd ji vê çalakiyê û wir ve Newrozê bi lehengî pîroz dike.
Di meha Adarê de hem Cejna Newrozê û hem jî Hefteya Lehengiyê heye. Sembola Hefteya Lehengiyê Fermandar Egîd, bi pêşengiya xwe ya pratîk rêbertî ji gerîla re kir û derbên giran li artêşa Tirk dan. Bi vî rengî tola hevrêyên xwe hiland ku li zindanan li ber xwe didan. Heval Egîd wiha derkete pêş û bû sembolek. Heval Egîd û gelek hevalên me yên pêşeng vê mehê şehîd bûn. Di şexsê heval Egîd de em şehîdên şoreşê bi bîr tînin.”

Ji Garê heta Avaşînê

Amed Malazgîrt got, “Dewleta Tirk sala 2021’ê biryar da ku li ser hin herêmên Garê tevgera taybet bide destpêkirin. Êrişê ji 10'ê Sibatê heta 14'ê Sibatê dewam kir. Armanca wan ew bû ku derbeke giran li gerîla bidin û vê di berjewendiya siyasî de bixebitîne. Wê hewl bida ku xwe di warê leşkerî de serketî nîşan bide. devera Garê ji bo me xwedî cihekî navendî û stratejîk e. Li wê herêmê girtîgehên me hebûn.

Artêşa Tirk û endamên MÎT'ê hene. Xwestin ku wan esîran ji destê me derxînin û wan bi kar bînin. Lê dewleta Tirk nekarî vê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de êrişa dagirker berfireh kirin. Şeva 23'yê Nîsanê  Metîna, Zap û Avaşîn kirin hedef. Par li van herêman şerekî giran çêbû.

Bi vîneke di ser a mirovan re 

Li Mamreşo berxwedaneke mezin çêbû. Hevalên me bi berxwedaneke ji vîna mirovî rajortir, şer kirin. Kêm mirov dikarin li dijî artêşeke mezin, li dijî her cûre teknîk û gaza kimyewî şer bikin. Hevrêyên me ev lehengî mezin kirin û bi komeke piçûk li dijî arteş û teknîkê û çekên kimyewî bi dilêri li ber xwe dan. Berxwedana hevalan bû sedem ku pîlanên artêşa Tirk bi ser nekevin. Ev rastiyeke mezin e. Hefteya pêşî li Mamreşo hevrêyên me mizginiya serketinê dane me. Her wiha li Girê Sor komeke hevalan a ji 9 kesan du mehan berxwedaneke mezin kirin. Li Tabûra Ereban û Werxelê hevalan di dorpêça dijmin de mewziyên xwe parastin û nehiştin ku artêşa Tirk bikeve tûnelên şer. Li herêma Zapê, li Cîloya Piçûk û Qela Bêdewê hevrêyan 45 rojan li ber xwe da û nehiştin ku arteşa Tirk nêzî tûnelên şer bibe û derdora wê bipêçe. Komên taybet û piçûk li dijî artêşa Tirk rojane operasyonan dikin. Ji dijmin gelek leşker hatin kuştin û dijmin hate gêjkirin.”

Wê ji par dijwartir be

Di dawiyê de Endamê Fermandariya Navendî ya HPG´ê Amed Malazgîrt got, “Li gorî agahiyên ber destê me, dijmin dîsa haziriyan dike. Zivistana çûyî, pêkanîna tevgera dagirker ji hêlên xwe yên çê û xirab ve me şirove kir û nirxand. Êdî divê em xwe xweş hazir bikin. Dibe ku saleke ji sala çûyî zortir bibe. Divê ev di bîra me de be û her hevalê ku dibêje, 'ez milîtanê PKK'ê me', li dijî dagirkeriya îsal a Tirk, divê şer bike. Heke dibêjin, em hevrêyên şehîdên leheng in, hilanîna tola Cumalî, Delal, Şoreş, Serhed, Çavrê, Sarya, Zinarîn, Bawer û hevrêyan hemûyan deyneke di stûyê me de. Bawer dikim her heval xwe hazir dibîne da ku tola van hevalên xwe bistîne.”

BEHDÎNAN‚