• Dewleta Tirk li Metîna, Zap û Avaşînê xwest operasyonê bike. Lê aciziya Efserê Tirk bi ser gundiyan de halê wan nîşan dida: ‘Jixwe hal di me de nemaye; bi dehan kuştî û birîndarên me hene. Ji vir herin heke hûn neçin, çû ji we de!

23’ê Nîsanê çavkaniyên cihî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker saet derûdora 8’ê êvarê xwestiye leşker deyne deverên Derarê, Koordîne û Stûna yên Zendûra yên Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bejahiyê ve dest bi operasyonê bike. Bi şev jî bi helîkopterên Kobra devera Mamreşo ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bombe kir. Piştre jî helîkopterên Skorsky nîvê şevê leşker danîn girê Mamreşo. 

Paşê xuya bû ku pîlana dewleta Tirk berfireh e û dixwaze êrişên xwe belav bike. Li ser vê yekê piştî Metîna, pêr sibehê êriş bir ser Avaşîn û Zapê. Gerîlayên Kurdistanê di cih de bersiv da artêşa Tirk. Derket holê ku bi dehan kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. Behdînaniyên ku rez û baxçeyên wan di êrişa dagirkeriyê de hatine şewitandin û sewalê wan hatine mirarkirin, nerazîbûna xwe nîşanî dagirkeran jî da. Li gorî van Behdînaniyan, efserekî artêşa Tirk li ser wê ji wan re gotiye, "Jixwe hal di me de nemaye; bi dehan kuştî û birîndarên me hene. Ji vir herin heke hûn neçin, çû ji we de!" 

Di êrişa dagirkeriyê ya artêsa Tirk a 23’ê Nîsanê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirî, dewam dike. Ji ber berxwedana gerîla şer dijwar e. Artêşa ku li hemberî berxwedan gerîla teqinî, êrişê dibe ser herêmên sivîl. Nexasim li deverên Çemço, Sîda, Werxelê û Kûnişka yên ser bi Zapê û deverên Geliyê Basya, Tepê Sor, Mervanos, Aris-Faris û Şûke yên ser bi Avaşînê hem bi helîkopteran û hem jî ji erdê ve tên bombekirin. 

Xelk ji PDK'ê jî nerazî ye

Li herêma Behdînanê, ji ber bombebarankirinê xelkê nerazîbûn nîşanî pêşmergeyên PDK'ê jî da. Xelkê got, heke ji ber bombebarankirinê tiştek bi serê wan de bê PDK wê berpirsyar be. 

Gundiyên ku ji ber şewitandina rez û baxçeyên xwe û kuştina sewalên xwe çûn baregeha leşkerî ya li Geliyê Zaxo û Lojîstik û Balafirgeha Bamernê, bi leşkerên dagirker re pevçûn. Leşkerên dagirker gule reşandin. Efserekî artêşa Tirk gef li gundiyan xwarin û got, "Jixwe hal di me de nemaye; bi dehan kuştî û birîndarên me hene. Ma bi vî halî em ê serê xwe ji sewalê wê yê mirar, baxçeyên şewitî biêşînin. Ji vir herin, heke hûn neçin, çû ji we de!"

Artêşa Tirk li Lojîstik û Balafirgeha Bamernê, li baregeha leşkerî ya Qimrê ya girêdayî Berwariyê nexweşxaneyên seyyar ava kirine. Çavkaniyên pêşmergeyan ên li herêmê jî dibêjin, gelek leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. 
 
Li dijî dagirkeriyê pêngava gerîla

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin. Gerîlayan gelek leşkerên Tirk ceza kirin. Dagirker li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar tînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Ji dema êrişê dest pê kirî ve hêzên me yên gerîla bi ruhekî fedaî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin û li qadên Avaşîn û Zapê ‘‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ dane destpêkirin.

Dagirker nikarin xwe li çiyê bigirin

Di 24’ê Nîsanê de saet di navbera 09.00 û 12.30’an de artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo ya qada Avaşînê xwest têkeve kozik û tunelên hêzên me. Hêzên me yên gerîla li vê derê li dagirkeran dan. Artêşa Tirk a dagirker derbeke giran xwariye û 4 caran neçar maye ku ji tunelên şer vekişe.

Heman rojê leşkerên Tirk ên dagirker hatine ser tunelên şer ên hêzên me. Hêzên me bi sabotajê 2 caran li wan da. Di van çalakiyan de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin. 

Saet di 15.30’an de dagirker ber bi tunela şer bi pêş ve hatin û hêzên me piştî ku bi sabotajê li wan da û dîsa ji nêz ve li dagirkeran da. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar, nehatiye tespîtkirin.
Saet di 18.00’an de hêzên me yên gerîla du caran bi sabotajê dagirker kirin hedef. Dagirkerek hat cezakirin.

Dagirker neçar man vekişin û hêzên me ji nêz ve li wan da. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Dagirkeran saet 21.30’an dîsa xwest bikevin tunelên şer. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran da. Dagirkeran derbeke giran xwar û vekişîn.

Gazên kîmyewî bi kar anîn

Dagirkeran di van şeran de derbên giran xwarin û li Girê Mamreşo li hemberî hêzên me têk çûn. Dagirkeran li hemberî tunelên şer û kozikên gerîlayên me gaza jehrî bi kar anî. Ligel vê metoda nemerd jî dagirker nikarine bikevin tunelên şer ên hêzên me.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 14.00’an de dagirkeran xwest bikevin tunelên şer ên Girê Şehîd Serdar. Dagirker qet nikaribûne bi pêş ve werin û têk çûn. Dagirkeran saet di 14.40’î de 4 caran gaza jehrî avêt kozikên şer. Saet di 17.30’an de hêzên me 3 caran bi sabotajê û carekê jî ji nêz ve li dagirkeran da. Dagirker vekişiyan. Derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Heman rojê YJA Starê li Girê Şehîd Serdar li dagirkeran da.

Di 24’ê Nîsanê de ji êvarî ve hate serê sibeha 25’ê Nîsanê qada Mamreşo, Qada Aris –Faris, Qada Kartal, Qada Mervanosê û Girê Şehîd Serdar ji aliyê balefirên şer û helîkopterên Kobra hatine bomberdûmankirin. Artêşa Tirk a dagirker dîsa leşker danîn Qada Mamreşo û Girê Şehîd Serdar.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de hêzên me li Geliyê Nerwê yê Zapê li dagirkeran da. 

Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de dagirkeran hewl dane ber bi Girê Şehîd Harûn a qada Qele Bedewê ya Zapê bi pêş ve werin. Hêzên me li vir li dagirkeran da. 

Di 24’ê Nîsanê de saet di 17.30’an de li Qada Cîloya Biçûk hêzên me li dagirkeran da. Dagirkerek hat cezakirin û gelek jî birîndar bûn.’’

 

NAVENDA NÛÇEYAN