• Gerîlayên Kurdistanê di çar mehan de bi 1454 çalakiyan 1871 dagirker kuştin, 6 helîkopter û 2 tank îmha kirin. HPG´ê got, berxwedana wan ew gihandine berbanga serketinê.

HPG'ê bîlançoya şer a 4 mehan eşkere kir û got, gerîlayan 1454 çalakî li dar xistine, 1871 dagirker kuştine.

Gerîlayan 6 helîkopter û 2 tank îmha kirine. Dagirkeran jî 1532 caran bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî bi kar anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer ê ji 14'ê Nîsanê heta 14'ê Tebaxê eşkere kir û got, “Hevrêyên me yên bi ruhê serketinê yê Egîd, bi sekna Bêrîtan a serî li ber xiyanet û teslîmiyetê natewînin û bi biryardariya fedaî ya Zîlan xwe xemilandine, ji kêliya destpêkê ya êrişê ve her bihosta xaka me ya ku dagirker hatine, kirin qada berxwedana dîrokî. Hevrêyên me di nava şert û mercên herî zehmet de, bi derfetên herî kêm; felsefeya 'afirandina ji tinebûnê' ya Rêber Apo ji xwe re kirin esas, ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke bi rûmet li ser xeta şehîdan li ber xwe dan û xwe gihandin berbanga serketinê. Gerîla ku hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ye, bi performansa xwe ya şer a li ser xeta serketinê, nîşanî tevahiya cîhanê da ku xwedî wê hêzê ye ku hebûna gelê me biparêze û azadiyê misoger bike.”

Berxwedana gerîla temam bikin

HPG´ê got li hemberî çalakî û berxwedana gerîlayan dewleta Tirk sûcên şer dike:

“Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare bisekine, nikare bigihîje armanca xwe û derbên giran dixwe, her roj bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrişê dibe ser Qadên Berxwedanê. Dewleta Tirk a nijadperest dijminê gelan, ku li gel van êrişan jî nikare encamê bi dest bixe, yekser êrişî sivîlan kir û komkujiyek kir. Dewleta Tirk a kujer li Perex a Zaxoyê 9 sivîlên bêparastin tevî zarokan bi zanebûn kir hedef, li gelek deverên Kurdistanê êrişî gelê Kurd kir, qetil kir û bi vî rengî rûyê xwe yê rast, nêta xwe ya rast careke din nîşan da. Lê belê tevî ku mirovên sivîl qetil dike, her wiha li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî bêperwa çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer li pêş çavan bi kar tîne û sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê dike jî, li hemberî dewleta Tirk nerazîbûneke têrker nayê nîşandan. Ji bo gelê me û dostên rasteqîn ên gelê me wezîfeyeke dîrokî ya welatparêziyê ye ku sekneke hîn bi bandor nîşan bidin ku berxwedana gerîla temam bikin û xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.”

84 şehîdên gerîlayên Kurdistanê

HPG´ê ji bo nîlançoyê jî got, “Tîmên me yên bi tevger taktîkên serdegirtin, sabotaj, sekvanî, kemîndanîn, çekên giran û çalakiyên koordîneyî di zik hev de bi kar anîn û 1454 çalakî li dar xistin.

Dewleta Tirk a dagirker û sûcdarê şer 1532 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî û sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê kir.

Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de 84 hevrêyên me yên bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin, şehîd bûn. Em soz didin ku nirxên artêşa şehîdan û tecrûbeya wan a şer ji xwe re bikin esas, bêyî ji ser xeta şehîdan derkevin em ê têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi ser bixînin.

Hejmarên bîlançoyê 

Li gorî daxiuyaniyê hejmarên bîlançoya ji 14´ê Nîsanê heta 14´ê tebaxê derdikevin holê ev in: 

- Gerîlayan 1454 çalakiyên cihê kirin.

- Bi giştî 1871 dagirker hatin kuştin; 11 ji wan kontra, 9 jî payebilindên leşkerî bûn.

- 261 dagirker birîndar bûn.

- 2950 carî bi balafirên şer hatin bombekirin.

- 2528 carî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

- Çeper û tunelên şer ên hêzên me 1532 carî bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Gerîlayan ev çek û alavên leşkerî desteserkirin;

- 8 çekên MPT-55

- Çekek MPT-66

- 2 çekên M-16

- 4 çekên AK-47

- 2 çekên HK-416

- 3 çekên G-3

- 4 debance

- Çekek BKC

- Çekek roketavêj a B-7

- 3 çekên bombeavêj

- 4 fîşekên bombeavêj

- 24 kîlo teqemenî 

- 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mijê

- 4 êlekên êrişê (pola)

- 4 mertalên pola

- 2 rext

- 9 şarjor

û gelek kamera, dûrbîn û malzemeyên leşkerî.

Sîlehên ku gerîlayan îmha kirin jî ev in: 

- 3 helîkopterên êrişê

- 3 helîkopterên Skorsky

- 2 tank

- 10 wesayitên leşkerî yên zirxî

- 2 kepçe

- 2 çekên BKC

- 5 çekên A4

- 3 cîhazên Jammer ên xerakirina sînyalê

- 7 radar

- 32 drone

û gelek sîstemên kamera û şopandinê, çeper û konên leşkerî jî hatine îmhakirin. 

 

3 drone anîn xwarê 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, doh jî daxuyanî da û got, 3 leşkerên din ên dagirker kuştine, 3 drone îmha kirien. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi pêşengiya tîmên bi tevger 3 dagirker ceza kirin, 3 drone îmha kirin, derb li helîkoptereke êrişê û droneyekê xistin.

Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 35 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 10 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir.

BEHDÎNAN