HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku dagirkeran ji ber berxwedana gerîla nekarîn, di êrişa xwe ya bi ser tunelên şer de, nekarî bi ser bikevin û neçar man vekişin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
21’ê Tîrmehê saet di 17:45’an û 22’ê Tîrmehê saet di 16:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman xist. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî derb li du hedefên diyarkirî hate xistin.
22’ê Tîrmehê li qada Girê Sor, hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xist, hingê wan dixwest ber bi tunelên şer ve bi pêş ve bên. Dagirkeran derb xwarin û bi qedemeyekê vekişiyan.
23’ê Tîrmehê saet di 09:00 û 09:40’î de li qada Girê Sor, dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xist. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker neçar man bi qedemeyekê vekişin.
22’ê Tîrmehê saet di 04:30’î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi gazên jehrî û teqemeniyan êriş bir ser tunelên şer ên li qada Girê Sor.
23’ê Tîrmehê ji saet 09:40’î û pê ve tunelên şer ên li devera Girê Sor a herêma Avaşînê bi çekên giran têne bombekirin.”
BEHDÎNAN