Gerîla ew kuştin Tirkan ew şewitandin

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:09

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo bibîranîna şehîd Hayrî Durmuş li Girê Cûdî ê li Metînayê, 12 dagirker kuştin, 4 jî birîndar kirin. HPG´ê navên dagirkerên cezakirî eşkere kir.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Girê Cûdî herî kêm 12 dagirkerên Tirk kuştin û di çalakiya gerîlayan de 4 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bibîranîna Hayrî Dûrmûş hatin kirin û dewleta Tirk cenazeyên leşkerên xwe yên di kontrola gerîlayan de bi bombeyên sotîner şewitandin. HPG´ê 10 navên leşkeran eşkere kirin û da zanîn ku qismek ji cenazeyên şewitî hîna di bin kontrola hêzên wê de ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo rewşa şer a dawî got, “Ji damezrînerên partiya me PKK’ê, ji afirînerên jiyana me ya derwêşane, hevrêyê me yê ku xwe timî deyndarê gelê xwe didît û bi vî rengî, şoreşgeriya li ser rêya rast hînî me kir, ji pêşengiyên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hevrê Doktor Mehmet Hayrî Dûrmûş beriya 40 salan şehîd bû. Di salvegera 40’emîn a şehadeta wî de em hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş bi rêz û minet bi bîr tînin. 

Di encama wan çalakiyên hêzên me de yên ku ji bo bîranîna hevrê Hayrî Dûrmûş hatin lidarxistin, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 22 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.

Her wiha bi madeyên şewitandinê û gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li Girê Şehîd Bahoz.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayên azadiyê kir:

Li Zê (Zapê)

11’ê Îlonê saet di 10:55’an li qada Çemço li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Aryen, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin û derb li wan xistin.

Li Metînayê

11’ê Îlonê saet di 07:00 û 07:45’an de li dijî dagirkerên dixwestin bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikin, hêzên me destpêkê bi sabotajê, piştre jî bi çekên ferdî û bombeyên destan çalakî kir. Dagirker gavekê vekişiyan.

11’ê Îlonê saet di 07:45’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, ji aliyê tîmên me ve hatin îmhakirin.

11’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl didan bikevin hundirê tunelên şer ên li Girê Şehîd Çekdar, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Hêzên me saet di 10:00 de dagirker xistin kemînê û piştre bi sabotajê li wan da. Hêzên me yên li tunelên şer û tîmên me yên bi tevger bi hev re û koordîneyî li hêzên dijmin xist. Di vê çalakiyê de piştre bi bombeyên destan, çekên ferdî û sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Yek ji dagirkerên cezakirî payebilind bû. Navên dagirkerên hatin cezakirin wiha ne: Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat. Ji bo çek û malzemeyên dagirkerên hatin cezakirin nekevin destê hêzên me, artêşa Tirk cihê ku cenazeyên leşkeran lê bû bi balafirên şer û obusan bombe kir. Tîmên me yên bi tevger her wiha derb li droneyekê xistin ku li ser qadê digeriya. Piştre jî 2 dagirkerên din bi sekvaniyê hatin cezakirin. Artêşa Tirk piştî ku cihê bûyerê bi balafirên şer û obusan bombe kir, bi helîkopteran roketên sotebar avêt cihê cenazeyên leşkerên xwe û bi vî rengî agir berdan cenazeyên leşkeran. Cihê çalakiyê û beşek ji cenazeyên dagirkerên cezakirî hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne. Di çalakiyan de ji saet 10:00 heta 16:00, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.