- Karayilan: Di vê pêvajoyê de bêguman berxwedana berfereh li qada şer bû. Hem berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî berxwedana şervanan li parçeyên din, bi rengê destanî û dîrokî bû. Dijmin têk çûye.
Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku havênê şer, îdeolojî, bawerî û biryardarî ye û got, “Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşanî her kesî dide ku îrade û qabiliyeta mirovan di ser her cûre teknîkê re ye.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî.
Karayilan got, “Tenê havênekî şer heye, ew jî îdeolojî ye, bawerî ye, biryardariya hêzên şervan e. Em niha hewl didin nîşanî her kesî bidin ku îrade û qabîliyeta mirovan dikare her cûre teknolojiya serdemê têk bibe. Ya ku em hewl didin li qadên gerîla hemûyan bikin, ev e.”
Karayilan got, “Peydakirina bersivê ji her pirsê re, pîvana bingehîn a Apoyî ye. Milîtanekî Apoyî li cihê ku lê ye, bê xwestin wê bibe neferekî ji rêzê yê dilnizm, pêwîst bike wê bibe generalek.”
Nekarî bi Kurdan ket krîzê
Karayilan di dewamê de dibêje, "Armanca bingehîn a konsepta rejîma heyî ya yekemîn; bi rêya tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêberê me bike ku em gavê paşve biavêjin. Ya duyemîn; heta sala 2017’an gerîla bi temamî tesfiye bike, sîstema kontrolê ya fermandariyê ji hev belav bike û parçe bike. Ya sêyemîn, bi zextên faşîzan û tundiyê girseya Bakurê Kurdistanê bitepisîne, belav bike û teslîm bigire. Bi vê armancê xwest siyaseta demokratîk a Kurd bi temamî bixe bin zextê, çeperên wan hemûyan ji dest bigire û tesfiye bike, li gel vê yekê tevgerên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi heman rengî tesfiye û lawaz bike. Ya çaremîn; bi bikaranîna hêza siyasî, hêzên şoreşa Rojava bixe ‘lîsteya terorê’ û Şoreşa Rojava tesfiye bike. Ya pêncemîn; Berxwedana xelkê Êzîdî ya Şengalê têk bibe û ji nû ve bixe bin zext û zordariya xwe. Bi kurtasî armanca rejîma vê dewleta qirker mêtinger ev bû. Karîbû van bi ser bixîne? Na. Eşkere ye ku nekarî vê bi ser bixîne. Lewma têkçûyî ye. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst bi ser neket, avahiya rejîma ku ava kiriye di nava krîzeke pirralî û kûr de ye."
Her gerîla lazim be general e
Karayilan li ser berxwedana gerîla jî got, "Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrişan bi rengekî bêhempa li ber xwe da, dest bi pêvajoyeke dîrokî ya berxwedanê kir. Di vê pêvajoyê de bêguman berxwedana berfereh li qada şer bû. Hem berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî berxwedana şervanan li parçeyên din, bi rengê destanî û dîrokî bû. Bêguman ev berxwedan bi hêsanî nebû. Bi biryardariyeke mezin û bi ruhê fedayî yê bilind, li ser bingehê fedakariyê pêk hat û berdêlên giran hatin dayîn.
Pratîka 7 mehên dawî ji bo me gelekî girîng e. Hêzên me yên gerîla li ser rastiya gotina Rêber Apo, ‘Teknîka herî mezin mirov e’ kûr bûye, diyar e ku di şerê li dijî teknolojiyê de gihîştiye asteke girîng. Di her demê de veşartîbûn û dsîplîn di şer de girîng bû. Lê belê vê demê bi taybetî jî di şerê gerîla de girîngiya vê yekê mezintir e. Di şerê gerîla de ku rêxistinieyke ku baweriya xwe ya îdeolojîk û biryardariya xwe tam e, du hîmên bingehîn hene. Yek ji wan dsîplîn e ya din jî veşartîbûn e.
Heta ku hevrê, milîtan û fedayiyên ku canê xwe ji bo hevrêyên xwe feda dikin hebin, ev tevger ti carî têk naçe. Lewma ev sekn gelekî hêja, bilind û bi wate ye. Ev nirxekî mirovahiyê ye.
Di felsefeya Apogeriyê de neçareserî nîne. Tişta herî xirab neçareserî û bêbiryarbûn e. Milîtanekî Apoyî li ku derê be, berpirs e ku ji pirsên wir re bibe bersiv. Milîtanekî Apoyî dema ku hewce dike di dilnizmiyê de mirovekî jirêzê ye, dema ku hewce dike jî general e."