Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji Amedê heta Zapê, Metîna û Avaşînê destaneke dîrokî ya berxwedanê dinivîse û him ji hewayê û him ji bejahiyê derbên giran li dewleta Tirk a dagireker dixe.

Di van çalakiyan de 12 dagirker hatin cezakirin û 9 dagirker jî birîndar bûn.
Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

“Di 9’ê Çileya 2021’an de dewleta Tirk a dagirker li Qada Şehîd Kendal a eyaleta Amedê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Hêzên me komeke dagirker a operasyonê xistin kontrola xwe û li wan dan. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

14’ê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker li Qada Şehîd Kendal a Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Ev şer bi qasî 40 deqîqeyan domiyaye. Hevrêyê me Mahîr Farqîn li vê derê bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Hevalê me Dara Bagok jî bi birîndarî ketiye destê dijmin. Artêşa Tirk a dagirker diyar kiriye ku di vî şerî de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşkerên wan jî birîndar bûne. Lê di van şeran de gelek dagirker hatine cezakirin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehatiye tespîtkirin.
Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 2’ê Gulanê li Girê Zendûra ya herêma Metîna li dagirkeran daye. Dagirker ji hewayê ve bûne hedef û ev çalakî bi serketî hatiye kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de

2’ê Gulanê, dagirkeran xwestine bi bombeyên gazê têkevin tunelên şer ên li Girê Zendûra ya Metînayê. Hêzên me bi qehremanî li dagirkeran daye û dagirker neçar mane ku vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Bazên Zagrosê de

2’ê Gulanê, gerîlayan li dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş ê qada Mervanosê ya Avaşînê xistin. Li vê derê du kozikên dijmin di heman demê de bûne hedef. Bi giştî 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye. Dagirkeran piştî çalakiyê bi çekên giran qad bomberdûman kirine.

2’ê Gulanê, hêzên me li Girê Şehîd Dilgeş a Avaşînê xwe bera nav dagirkeran dane. Ev çalakî piştre veguheriye şer. Di vê çalakiyê de bi xurtî li kozikên şer hatiye xistin, şerekî giran çêbûye û hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Heman rojê hêzên dagirker xwestine ber bi Cîloya Biçûk a Zapê bi pêş ve werin. Hêzên me li vê komê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin dagirkerek hatiye cezakirin. Di heman saetê de dema dagirker li hev kom bûne jî bi sabotajê li wan hatiye xistin, di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. 

Çekên kîmyewî bi kar tînin

Dagirkerên ku li pêşberî performansa şer û berxwedanê ya hêzên me nikarin encamê bi dest bixin herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran bombe kirin. Dagirkerên ku li pêşberî tunelên şer bêçare mane li gel bombardûmanê bi bombeyên kîmyewî tunelên şer bombe dikin.
Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

ANF/BEHDÎNAN