- HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li herêma Xakurkê hêzên gerîla 3 dagirker ceza kirine.
HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li herêma Xakurkê hêzên gerîla 3 dagirker ceza kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê; 10’ê Kanûnê saet di 16:00´an de li qada Girê Kevortê, hêzên me li çepereke dagirkeran xist. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 kamerayên mobesse hatin îmahkirin.
12’ê Kanûnê saet di navbera 14:05-14:50’î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li devera Kafya ya herêma Garê barandin.
12’ê Kanûnê saet di 14:50’î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li derdora Çemê Zê û devera Sîda yên herêma Zapê barandin.”
BEHDÎNAN