- Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên vê dawiyê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek û teleskoptek hatin îmhakirin.
Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên vê dawiyê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek û teleskoptek hatin îmhakirin. Derb li helîkoptereke êrişê û kepçeyeke zirxî jî hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Di çalakiyên hêzên me de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatine birîndarkirin, çeperek û teleskopek hate îmhakirin. Derb li helîkoptereke êrişê û kepçeyeke zirxî jî hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker nekarî berxwedana hêzên me bişkîne û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balefirên şer, 11 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bomberdûman kir.”
HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîla kir:
Li Xakurkê
19’ê Tîrmehê saet di 17.30’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan da, çeperek îmha kir û 2 dagirker jî ceza kirin.
Li Zê (Zapê)
19’ê Tîrmehê saet di 23.00’an de helîkopterên êrişê xwestin Qada Berxwedanê ya Çemço bomberdûman bikin.
Hêzên me bi xurtî li helîkopteran da, derb li helîkopterekê hate xistin û helîkopter neçar ma ji qadê derkeve.
19’ê Tîrmehê saet di 12.30’î de dagirkeran xwest teleskopê li tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û teleskopek jî hate îmhakirin. Piştî çalakiyê kepçeyeke zirxî xwest ku ber bi çeperên şer ve biçe, hêzên me bi çekên giran li kepçeyê da.
Li Metînayê
19’ê Tîrmehê saet di 08.45’an de, tîmên me yên bi tevger bi sekvanî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û dagirkerek ceza kir.
19’ê Tîrmehê saet di 09.55’an de hêzên me, dema dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê yên Girê Amediyeyê ve biçin, bi taktîka sabotajê li wan xist. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker hatine birîndarkirin.
19’ê Tîrmehê saet di 12.00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyeyê digeriyan, bûne hedefa hêzên me û 2 dagirker hatin cezakirin.
19’ê Tîrmehê saet di 06.30 û 07.30’î de, hêzên me, bi bombeyên destan û çekên ferdî midaxeleyî dagirkeran kir wê kêliya ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyeyê ve bi pêş de biçin. Dagirker gavekê bi paş ve çûn.
BEHDÎNAN