Gerîla derb li helîkoptereke din xist

În 5 Mijdar 2021 - 23:50

  • HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, li dijî helîkopterên êrişê yên ku hewl didan bombeyan li deverê bibarînin, çalakî hatiye lidarxistin.

HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, li dijî helîkopterên êrişê yên ku hewl didan bombeyan li deverê bibarînin, çalakî hatiye lidarxistin. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hatiye xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 4'ê Mijdarê saet di 21:15'an li herêma Zapê, hêzên me helîkopterên êrişê xistin hedefa xwe, wan dixwest bombeyan li devera Tîpa T bibarînin. Di encama vê çalakiyê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

3'ê Mijdarê saet di navbera 15:00-16:00´an de li herêma Zapê, qada Şehîd Cûdî û sibeha 4'ê Mijdarê jî qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Şehîd Simko û Karker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê saet di 06:00´an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barandin. 

4'ê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30'î de qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.