Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirkerek hate kuştin, droneyek û 2 kon hatin tinekirin. Di çalakiyan de derb li 7 çeperan hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li herêma Zê;

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 3 çeperan hate xistin.

29'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 12 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 kon hatin tinekirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran derb li çeperekê xistin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

28'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

28'ê Cotmehê li herêma Garê qadên Kanîsarkê û Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Bazê carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

28 û 29'ê Cotmehê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."

BEHDÎNAN