Gerîlayên YJA Starê 8 dagirker kuştin, 2 kamerayên mobesse û çeperek tine kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hêzên me ji bo bibîranîna fermandar hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30'emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin. Di van çalakiyên YJA Starê  de 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin tinekirin."

HPG´ê wiha kite bi kite agahî dan:

 

Li herêma Heftanînê

22'ê Cotmehê li Qada Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin tine kirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

 

Li herêma Zê

22'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û hewldana dagirkeran a ji bo bicihbûna li çeperê hate rawestandin.

22'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA Starê,  derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran xistin.

23'ê Cotmehê li  Girê Cûdî 2 caran dest li helîkopteran hate werdan.

23'ê Cotmehê li heman derê, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

23'ê Cotmehê li heman derê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran werdan, ew rawestand.

23'ê Cotmehê li heman derê, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

23'ê Cotmehê li heman derê, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê kamerayeke mobesse îmha kir.

23'ê Cotmehê li heman derê, bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Cotmehê li heman derê, bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

22 û 23'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk derb li 4 çeperan xistin.

23'ê Cotmehê li heman derê, bi sekvaniyê dagirkerek birîndar bû.

23'ê Cotmehê li heman derê, bi çekên nîv otomatîk dagirkerek hate cezakirin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

22'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22 û 23'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebakirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 25 caran bi teqemeniyên qedexekirî yên bi bêhna deterjanê û rengê reş hatin bombekirin.

23'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN