Gerîla derb li 2 helîkopteran da

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 01:57

Çalakiyên ku gerîla di çarçoveya pêngavên şoreşger de dikin, didomin. Di çalakiyên vê dawiyê de 12 leşkerên din ên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li helîkoptereke êrişê û yeke Skorksyê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hêzên me bi ruhekî êrişê yê Apoyî çalakiyan dikin. Di van çalakiyan de 12 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker hatine birîndarkirin, derb li helîkoptereke êrişê û li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyê li çeperên şer û tunelan da. Qadan berxwedanê 33 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obusan hatin bomberdûmankirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha agahiyên li ser çalakiyan parve kirin: 

 

Li herêma Avaşînê

Di 6’ê Hezîranê de saet di 10.50’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê da.

Di 6’ê Hezîranê de saet di 14.30 û 14.55’an de dema ku helîkopteran xwest bikevin qada Mervanosê, hêzên me li helîkopteran da. Di encamê de, derb li helîkoptereke êrişê û yeke Skorsky hate xistin.

 

Li herêma Metînayê

Di 6’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Savûşka ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

Di 6’ê Hezîranê de saet di 14.00’an de hêzên me bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî da û 2 dagirker ceza kirin.

 

Li herêma Zê (Zapê)

5’ê Hezîranê saet 22:20’an û 6’ê Hezîranê saet 19:15’an li derdora Qada Berxwedanê ya Karker bi çekên giran li dagirkeran hat xistin.

6’ê Hezîranê saet 18:00’an dagirkeran xwest xwe bigihînin tunelên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada  Berxwedanê ya Şehîd Şahîn. Hêzên me bi sabotajê derb li wan xist. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

6’ê Hezîranê saet 17:00’an dagirkeran xwest xwe li Qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin. Hêzên me ji her du aliyan ve bi taktîkên vedizîn û sekvaniyê li wan xist, û herî kêm 4 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Heman rojê saet 17:10’an de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîka sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin.

 

Li herêma Xakurkê

Di 4’ê Hezîranê saet 10.30’an de hêzên me dagirkerên li Girê Koordîne ya Şehîd Berîtan bi çekên giran kirin hedef û derb li hedefên diyarkirî xistin. Heman rojê, saet di 16.30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkeran da. Di encama vê çalakiyê de konteynireke dagirkeran hate rûxandin, 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 6’ê Hezîranê saet 11:00’an de hêzên me dagirkerên li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran kirin hedef û li vir 2 dagirker ceza kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.