Gerîla dagirker bi paş ve vekişandin HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku careke din artêşa Tirk a dagirker gazên jehrî bi kar anîne. HPG’ê da zanîn ku dagirker ji ber berxwedana gerîla neçar mane dîsa vekişin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê; 31’ê Tebaxê saet di navbera 09:00-21:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî û 6 caran bi teqemeniyê bombe kir.

Piştî êrişan, dagirkeran xwest ber bi Qada Berxwedanê ve biçin. Li ser destwerdana berxwedêrên me bêgav mane ku vekişin. Ji 1’ê Îlonê saet 08:30’an ve Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî tê bombekirin. 31’ê Tebaxê saet 15:55’an gundê Şiyê yê nehyeta Dînartê ya navçeya Akrê bi balafirên şer hat bombekirin. 31’ê Tebaxê derdora gundên Bênava, Dêşîşê û Seraro Yên nehyeya Kanî Masî yê navçeya Amediyê û qadên Kela Qûmriyê, Girê Mozelanê bi helîkoptêrên êrişê û balafirên şer hatiye bombekirin. 31’ê Tebaxê saet di navbeyna 00:00-01:30’î de Qada Berxwedanê ya Werxelê bi helîkoptêran hat bombekirin. 31’ê Tebaxê seat di navbeyna 00:00-01:00’ê de Şehîd Simko û qada Tîpa T ya herêma Avaşînê û 1’ê Îlonê saet di navbeyna 07:00-07:30’an de qada Saca bi helîkoptêrên êrîşê û balafirên şer hat bombekirin.”

BEHDÎNAN