Gerîla bi çekên giran lêda
Yekşem 2 Çile 2022 - 22:18
- Li herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin.
Li herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 1'ê Çile saet di 16:00 û 2'ê Çile saet di 09:10'an de li qada Qela Bêdewê ya herêma Zapê, hêzên me 2 caran li dagirkeran xist. Di encama van çalakiyên bi çekên giran ên hêzên me de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.
31'ê Kanûnê saet di navbera 09:35-09:40'î û 17:18-17:20'î de qada Gundê Gûzê ya herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
31'ê Kanûnê saet di 09:30 û 1'ê Çile saet di 14:30'î de derdora Ava Lolanê ya herêma Xakurkê û qada Girê Berbizina ya Goşîne bi balafirên şer hatin bombekirin.
31'ê Kanûnê û 1'ê Çile qadên Çiyayêreş, Kunîşka û Girê Amediyê yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin."
BEHDÎNAN