Gerîla bersiva pêwîst da 

Pêncşem 2 Adar 2023 - 00:28

  • HPG´ê da zanîn ku artêşa Tirk li şûna ji bo hewarê seferber bibe, êrişên xwe yîn li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê zêdetir kirin. Gerîla 47 caran bersiva pêwîst daye û 18 dagirker jî kuştine. 

Li dijî hêzên gerîla yên ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dan, dewleta Tirk meha Sibatê jî di erdê re di hewayî re bênavber êriş kirin. Dewleta Tirk 142 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe li hêzên gerîla barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a Sibatê eşkere kir û gerîla 47 caran bersiva pêwîst daye dagirkeran û 18 dagirker jî kuştine.

HPG´ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên giran ên zivistanê de jî xaka pîroz a Kurdistanê diparêzin. Hêzên me hefteya destpêkê ya meha Sibatê bi taktîkên dewlemend derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Îradeya siyasî ya şoreşa me û gelê me KCK'ê, piştî erdheja 6'ê Sibatê ya li Bazarcixê ji bo piştevanî û kewandina birînên gelên me, bang kir û li ser vê bangê hêzên me çalakiyên xwe yên aktîf rawestandin. Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel di 11'ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê vê biryarê bixe meriyetê.

 

Mazlûm Dêrşewî şehîd bû

Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi serkêşiya Hûlûsî Akar, ji roja vê me daxuyaniya me ve êriş girantir kirin. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrişê, tank, top û obusan hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker, çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir. Bi taybetî rojên dawî bi bombeyên fosforê û çekên kîmyewî êrişê dibe ser çeperên berxwedanê yên li Zapê. Di encama van êrişên artêşa Tirk a dagirker de 9'ê Sibata 2023’yan li herêma Zapê hevrêyê me Mazlûm Dêrşewî şehîd bû.

 

Ne ji bo Hewarê

ji bo sûcên şer seferber bû

Rejîma AKP-MHP'ê û artêşa Tirk a di bin fermandariya wê de, derfetên dewletê ji bo erdhejêî û hewarê seferber nekirin, lê ji bo şer seferber kirin û li Zapê sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê kir. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi pêvajoya erdhejê re careke din nîşan da ku dijminê gelê Tirkiyeyê ye, dijminê gelan hemûyan e.

Hêzên me yên ku bi banga tevgera me çalakiyên xwe rawestandin, ji bo karibin li hemberî êrişên giran xwe biparêzin 47 caran bersiva pêwîst dan, 18 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar kirin. Têkoşîna me wê bi daxwaz û biryardariyeke mezin dewam bike. Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin, lê belê li hemberî êrişên tinekirinê jî wê xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin.”

 

Bîlançoya şer

Li gorî daxuyaniya HPG´ê bîlançoya şer a Sibatê wiha ye:

* Qadên Berxwedanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 30 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Ev dever 874 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

* Çeperên Berxwedanê yên Gerîla 142 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

* Alav û mewziyên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin ev in:

- 4 Çeper
- 5 Sîstemên Kamera yên Mobesse
- Çekeke A4
- Çekeke B7
- Çekeke Bombeavêj
- Cîhazeke Jammer.”

HPG´ê wekî din da zanîn ku hêzên gerîla derb li helîkoptereke êrişê jî daye.

 

 

Artêşa Tirk sûcê li dijî mirovahiyê dewam dike

 

HPG’ê doh da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi tank, obus, çekên giran û çekên qedexekirî êrişî qad û çeperên berxwedanê yên gerîlayan kiriy.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin; “Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeyên fosforê yên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcên şer dike. Qadên ku hêzên me lê ne, 87 caran bi tank, obus û çekên giran, her wiha çeperên berxwedanê 17 caran bi çekên kîmyewî û 14 caran bi topên ji madeyên fosforê bi giştî 118 caran hatin bombekirin.”

HPG´ê wiha kite bi kite behsa êrişan kir:

 

Li herêma Zê (Zapê)

28’ê Sibatê saet di 05:30’î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li qada Çemçoyê, hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşê û dagirkerek hate cezakirin.

28’ê Sibatê saet di 05:30’î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

28’ê Sibatê saet di 22:00 de dagirkeran il nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan û dagirkerek hate cezakirin.

 

Li herêma Metînayê

28’ê Sibatê dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

 

Sûcên dewleta Tirk

28’ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 14 caran bi topên ji fosforê hatin bombekirin.

 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.