Gerîla bênavber lêdixe 8 dagirker hatin kuştin

În 28 Hezîran 2024 - 03:05

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên ji bo ‘Silavkirina Roja Fedayîtiyê’ de, herî kêm 8 dagirker hatine ceza kirin, gelek kamerayên sîxur û çeperên dagirkeran hatine tine kirin.

Navendan Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê , di daxuyaniya xwe de ragihand ku, li herêmên Metîna û Rojavayê Zê, çalakiyên ‘Silavkirina Roja Fedayîtiyê’, bê navber dewam dikin. Li gorî daxuyaniyê, li dijî dagirkeran gelek çalakiyên sûîqestê, û çalakiyên bi çekên ferdî û nîv otomatîk hatine lidarxistin. 

Herwiha dewleta Tirk çekên qedexe berdewam li hemberî gerîla bikar tîne û bi dehan caran qadên gerîla bi balafirên şer hatine bombe kirin. 

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî dan.

Herêma Metîna

24’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê, bi taktîka sûîqestê hatin hedegirtin û dagirkerek hate ceza kirin.

25’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê bi şekên ferdî û nîv otomatîk hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 konên dagirkeran hatin tinekirin.

25’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran hatin hedefgirtin.

26’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê, bi çekên giran hatin hedefgirtin.

26’ê Hezîranê çeperek, konek û çepereke çeka BKC’yê ya dagirkerên li qada berxwedanê ya Bêşîlî bi rengekî bi bandor hate hedefgirtin. Di vê çalakiyê de, 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke BKC hatin tinekirin.

26’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê, bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

26’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Dergelê, bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin.

Qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zê

25’ê Hezîranê, dagirkerekî ku dixwest li qada berxwedanê ya Girê Cûdî, kamerayeke mobesse deyne, bi taktîka sûîqastê hate hedefgirtin û ceza kirin.

25’ê Hezîranê projektoreke ku dagirkeran li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê bicîh kiribûn, bi taktîka sûîqastê hate tine kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin. 

25’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên giran hatin hedefgirtin.

26’ê Hezîranê dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên giran hatin hedefgirtin û çeperek hate tinekirin.

26’ê Hezîranê kamerayeke mobesse ku dagirkeran li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê bicîh kiribûn, bi taktîka sûîqastê hate tinekirin.

26’ê Hezîranê kamerayeke mobesse ya dagirkeran ku li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê bicîh kiribûn, bi taktîka sûîqestê hate tinekirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

26’ê Hezîranê, dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên giran hatin hedefgirtin û çeperek hate derb kirin.

26’ê Hezîranê, kamerayeke mobesse ku dagirkeran li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê bicîh kiribûn, bi taktîka sûîqestê hate tinekirin.

26’ê Hezîranê kamerayeke dagirkeran a li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê bicîh kiribûn, bi taktîka sûîqestê hate tine kirin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

25 û 26’ê Hezîranê tunelên şer ên li qada berxwedanê ya Girê FM a li Şehîd Delîl a Rojavayê Zê, 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombe kirin.

25 û 26’ê Hezîranê, qadên Kendekola, Goşînê, Girê Rostê, Berbizinê, Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 7 caran, qada berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zê carekê, qadên Xêrê, Sêdarê, Girê Zengil, Zêvkê, Girê yên herêma Garê 5 caran, qadên berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Serê Metîna yên herêma Metîna 5 caran, qada berxwedanê ya Girê Bihar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zê, 3 caran, bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.