Gerîla bêhnê li wan diçikîne

Sêşem 27 Tebax 2024 - 01:55

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Xakurkê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 2 mobesse hatin îmhakirin û derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

Li Herêma Heftanînê

23'ê Tebaxê li qada Girê Qesrokê bi rêbaza sûîqestê li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin û hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Tebaxê li qada Girê Qesrokê bi rêbaza sûîqestê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate tinekirin.

Li Herêma Xakurkê

22'ê Tebaxê bi çekên giran 2 caran li dagirkerên li qada Girê Koordîneyê hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

20'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Sergelê, Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.

22'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Tebaxê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

23'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 22-26'ê Tebaxê de li Herêma Garê qadên Girê Kun, Bêbadê, Şikeftiyan 6 caran, li Herêma Xakurkê qadên Xinêreya Jor, Berbizinê, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Şerîf, Sinînê 16 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Qendîlê Qada Girê Şehîd Cîhan carekê; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23 û 25'ê Tebaxê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û li Herêma Xakurkê Qada Şehîd Bêrîtan bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.