• Fermandar Gulan Avaşîn: Li hember hêzên ku dixwazin paradîgmaya me ya Rêbertiyê û têkoşîna me tine bikin, em dibêjin, em ê yan bi ser bikevin yan bi ser bikevin. Ev perspektîfa Rêber Apo ye.

AMARGÎ ARHAT BA
ZAGROS

 

Fermandara YJA Starê ya eyaleta Avaşînê, Gulan Avaşîn, Pêngava Bazên Zagrosê û berxwedana gerîla nirxand. Wê got, "Wek gerilayên YJA-Starê jî em ê pêşengtiya vî şerî bikin û em nahelîn ku arteşa Tirk û çeteyên wê li ser vê axê rehet carekê bêhna xwe bidin û bistînin".
Yek jî fermandarên YJA-Starê Gulan Avaşîn şer û berxwedana mehekê ya li devera Avaşînê, nirxand û got, bi ruhê fedaî yê gerîlayan, Pêngava Bazên Zagrosê wê bi ser keve.

Ruhê bi felsefeya Rêber Apo fedaî ye

Wê got, "Operasyona tê meşandin, ne yeke ji rezê ye. Em niha di çeperên devera Avaşînê de ne. Li vir jî şerekî giran heye û ev şer ji bo me tiştekî nû nîne. Di dîroka me ya têkoşînê de jî gelek operasyon û şerên giran çêbûne. Li beramberî van operasyonan jî bi ruhê Apoyî her tim berxwedan çêbûye û derbên giran li arteşa Tirk hatine xistin."

Li ser bi rê ve çûna êrişa dagirkeriyê ya vê dawiyê wê got, "Di 23’ê Nîsanê de arteşa Tirk bi navê Pençe-Yildirim operasyoneke din daye destpêkirin. Rêbaza şerê ´brûskê´ di şerê cihanê yê duyemîn de ji aliyê Elmanan ve jî, di şerên rizgariyê yên Tirkiyê de jî hatiye bikaranîn. Şerê brûskê de ji nişka ve lêdan û qutkirina xeta parastinê ya beramberî xwe, esas e. Armanc bi lêdanên lezgîn, şokkirina dijminê xwe ye. Ji bo vê jî di dema operasyonê de gelek caran bi helîkopterên Kobra, Skorsky, balafirên şer êrişên pirr dijwar kirin. Lê em dizanin, ne Erdogan Ataturk e, ne jî hêzên gerîla wek hêzên derve ne. Hêj di êrişên destpêke de hevrêyên me derb li wan dan. Ango weke ku wan dixwest, kes şok nebû. Ji ber ku ruhekî xwe bi felsefeya Rêber Apo mezin kiribe, ew ruhekî fedaî ye. Li Mamreşo, Mervanos û disa li Metîna û Zapê em ruhê Zîlanan dibînin.”

Leşkerên Tirk di rewşeke trajîkomîk de ne

Fermandar Gulan Avaşîn li ser halê leşkerên Tirk jî dibêje, "Rewşa ku niha leşkerên Tirk tê de ne, rewşeke trajîkomîk e. Dema darek dihêje jî derdora xwe dide ber obus, havan û guleyan. Mirov dibêje qey, ev dar û kevîrên Kurdistanê hemû bûne arteşa gerîla û bi ser wan de diçin. Bi rastî jî di rewşeke gelek trajîkomîk de ne. Hikûmeta şer a niha ne tene çiyayan de heman demê di bajar û seranserê Kurdistanê de heman tiştê dike. Di çavê wan de her keçikek Kurd bûyê bombeyek zindî, her ciwanek Kurd bûye milîtan û li hember wan şer dike. Ji ber vê yekê arteşa Tirk bûye arteşeke şîzofren."

YJA-Star pêşenga şer e

Fermandara YJA Starê ya eyaleta Avaşînê, Gulan Avaşîn got, ew ê nehêlin dijmin kêliyekê jî rehet bike: "Hikûmetên berê jî gelek caran xwe ceribandin û bi heman rêbazan êrişî gerîla kirin, lê belê ti encam negirtin. Niha jî em wek gerîlayên Herêmên Parastinê yên Medyayê, em ê ne tenê berxwedanê esas bigirin, di heman demê de em ruhê êrişê ji xwe re bikin esas. Em ê kêlî bi kêlî derbê li wan bidin û em ê wan li hatina wan poşman bikin. Heger hebûnek yan jî mirovek xwe bi wate bike, pêwîst e li ser axa xwe bijî û xwe biparêze. Em hemû, zarokên vî welatî ne, em li ser vê axê ji dayik bûn û mezin bûn. Hezkirina axa me wê bibe sedem ku em derbê li dijmin bidin. Li hember hêzên ku dixwazin paradîgmaya me ya Rêbertiyê û têkoşîna me tine bikin, em dibêjin, em ê yan bi ser bikevin yan bi ser bikevin. Ev perspektîfa Rêber Apo ye. Em wek gerîlayên jin jî kêlî bi kêlî bi Rêberê xwe re dijîn. Wek gerilayên YJA-Starê jî em ê pêşengtiya vî şerî bikin û em nahelîn ku arteşa Tirk û çeteyên wê li ser vê axê rehet carekê bêhna xwe bidin û bistînin. Bi hişmendiya jin emê tevlî vê şerê bibin.’’