Gerîla artêşa Tirk şikand

Yekşem 15 Gulan 2022 - 21:21

  • Di nava mehekê de gerîla 515 leşkerên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bê tesîr kirin û kir ku êdî nikaribin şer bikin. HPG dibêje, artêşa Tirk heta niha şikesteke cidî xwariye.

HPG'ê bîlançoya şerê li dijêî dagirkeriya Tirk a mehekê eşkere kir. Li gorî vê, 427 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, helîkoptereke Skorsky, tankek û gelek amûr û malzemeyên leşkerî hatin îmhakirin. Di berxwedana dijî êrişên dagirkeriyê de 25 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya mehekê ya şerê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, eşkere kir.

HPG´ê got, "Dewleta Tirk a mêtinger tenê di nava mehekê de bi qasî ku hêzên me tespîtkirine; bi hezaran obus û top li qadên berxwedanê barandin û 813 caran bi balafirên şer bombardûman kir, lê encamek ji van êrişan bi dest nexist. Artêşa Tirk a dagirker ku li gel van êrişan nekarî encamê wergire, careke din dest bi bikaranîn rê û rêbazên şerê qirêj kir. Artêşa Tirk a dagirker, 164 caran li dijî Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar anî û sûcê şer kir. Dewleta Tirk a mêtinger di vê êrişa xwe ya dagirkeriyê de di ser qadên di bin kontrola PDK'ê de ne gelek caran êriş kir û baregehên xwe yên leşkerî yên li nava Başûrê Kurdistanê bi rengekî çalak bi kar anîn û ji van baregehan hêz şand Qadên Berxwedanê. Artêşa Tirk li gel her cûre piştgiriyê jî bi vê êrişa dagirkeriyê nekarî bigihîje armanca xwe û di asteke cidî de şikest.”

HPG´ê da zanîn ku di êrişên dewleta Tirk de di nava mehekê de 25 gerîla şehîd bûne û 427 leşkerên Tirk hatine kuştin. Wê bîlançoya eşrê mehekê ji 14´ê Nîsanê heta 14´ê Gulanê jî wiha eşkere kir:

Çalakiyên gerîlayan

- 4 çalakiyên biserdegirtinê

- 4 çalakiyên xweberdana nava dijmin

- 20 çalakiyên koordîneyî û hemwextî

- 37 çalakiyên sabotajê

- 62 çalakiyên sekvaniyê

- 68 çalakiyên bi çekên giran

- 147 şer û çalakiyên derblêdanê

- Gerîla bi giştî 343 çalakî li dar xistin.

Encamên çalakiyên gerîlayan

- 427 dagirker hatin kuştin.

- 88 dagirker birîndar bûn.

Êrişên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

- Bi qasî ku hêzên me tespît kirine, Qadên Berxwedanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî 817 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- 719 caran bi helîkopterên êrişê û 1274 caran bi obusan bombardûman hate kirin.

- 164 caran bi gazên kîmyewî bombe li çeperên şer ên hêzên me hatin barandin.

Amûr û malzemeyên leşkerî yên gerîla îmhakirî

- Helîkopterek bi tîpa Skorsky

- Tankek

- 14 çeper

- 7 Drone

- 5 Sîstemên Kamera yên Mobesse

- 2 Cîhazên Guhdarîkirinê

- Çekek BKC
- Çekek bombeavêj

- Çekek A4

- 2 Konên Leşkerî

- 2 kamerayên wênekişandinê û sensorên tevgerê hatin îmhakirin.

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

- 22 helîkopter

- 3 Drone

- Wesayiteke leşkerî."

Ji 14’ê Gulanê ve gerîla 23 leşker kuştin 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker ji 14´ê Gulanê ve 23 dagirker kuştin, 10 dagirker jîjî birîndar bûn.
HPG”´ê da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker ji 14´ê Gulanê ve 13 caran bi çekên kîmyewî, bi sedan caran bi balafiran, helîkopter û obusan bombe li qadên berxwedanê barandine, lê dîsa jî derbên gerîla xwarine.

HPG´ê da zanîn ku wan dest daniye ser 20 kîlo teqemenî jî. Gerîlayan li Avaşînê 14'ê Gulanê bi çekên ferdî û giran 4 caran li dagirkeran daye.
Li Zapê jî 14'ê Gulanê ve nexasim bi çalakiyên sabotajê 23 dagirkler hatin kuştin. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.