HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Demîrkapi ya herêma Gilîdaxa Agiriyê 13’ê Tîrmehê dest bi operasyonekê kiribû, gerîla bi bayê bezê li yekîneyeke veşartî ya dijmin daye. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê got, “13’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li dever Demîkapi ya herêma Gilîdaxa Agiriyê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kir. Hêzên me yên gerîla yekîneyek veşartî ya li deverê bi roj kontrol kir, êvarê saet 21:00’an ji sê baskan ve çalakî li dijî wê kir. Di vê çalakiyê de ev yekîneya veşartî hat bêbandorkirin û herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Di encama vê çalakiya bi bayê bezê de, dagirker ketin panîkê û belavî ezariyê bûn. Hêzên me li van dagirkerên li bejahiyê jî da, lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin nehat tesbîtkirin.
Artêşa TC’ê ya dagirker saet 23:00’an bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê rakirine."
Li Başûr dagirker tarûmar in
Ji bo çalakiyên mayî yên gerîlayan HPG´ê got, "Li herêma Heftenînê, di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; 10’ê Tebaxê saet 17:00’an hêzên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Girê Îndirme ya Xantûrê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatine cezakirin. Dewleta TC a dagirker piştî çalakiyê windahiyên xwe bi helîkopetan ji deverê rakirin.
Li herêma Metîna, di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; 10’ê Tebaxê saet 08:30’î bi çekên giran li dagirkerên li Boxaza Girê Azad hate dayîn. Di vê çalakiyê hedefên diyarkirî serketî hatin derbkirin.
11’ê Tebaxê saet 03:50’î hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li Girê Koordîne dan. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin, 2 kamerayên mobese jî hatin îmhakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 10’ê Tebaxê li berpalên Girê Sor hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kontrol kir û heman rojê saet 12.00’an ji nêz ve lê da. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin, piştî vê çalakiyê dagirker piçekî vekişiyan.
Di 10’ê Tebaxê de saet 18.20’an li Girê Silêman hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan."