HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Girê Cûdî 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û kamerayek jî hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kite bi kite agahî dan:

 

Li Şehîd Delîl a li rojavayê Zê (Zapê)

21’ê Tebaxê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.

21’ê Tebaxê saet di 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.

21’ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.

21’ê Tebaxê saet di 18:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.

21’ê Tebaxê saet di 21:15’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyek bi sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin.

22’ê Tebaxê saet di navbera 00:15 û 01:30’î de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Helîkoperên Skorsky jî hewl dan dagirkeran li qadê bi cih bikin. 5 caran dest li helîkopterên Skorsky hate werdan. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.

22’ê Tebaxê saet di 02:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.

 

Li Heftenînê

20’ê Tebaxê li qada Girê Koordîne ya Bektoryayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

21’ê Tebaxê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Xakurkê jî qada Ava Lolanê 2 caran bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN