Gerîla 3 dagirker kuştin

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:36

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola şehîdên Xerzanê, çalakî li dar xistin û leşkerên 3 dagirker kuştin. Di çalakiyan de mobesseyeke termal hate îmhakirin, derb li 14 çeperan hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Artêşa Tirk a dagirker di encama çalakiyên gerîla de gelek kuştiyan dide. Herî dawî kuştiyên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji raya giştî veşartin û tenê li cezakirina leşkerekî mikur hat. Lê belê cenazeyên 2 leşkerên dagirker ên bi navê Denîz û Unal hîna jî li Qada Berxwedanê di bin kontrola hêzên me de ne. Bi vê çalakiya serketî careke din îspat bû ku artêşa dagirker û medya şerê taybet a Tirk rastiyan ji raya giştî vedişêrin û derewan dikin."

HPG'ê li ser çalakiyan kite bi kite agahî dan:

 

Li Şehîd Delîl (Rojavayê Zê/Zapê)

5'ê Îlonê me ragihandibûn ku cenazeyên 4 dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin cezakirin, di bin kontrola hêzên me de ne. Cenaze hîna jî di bin kontrola hêzên me de ne û navê 2 dagirkerên cezakirî, Denîz û Unal e. Cenazeyên dagirkeran hîna di bin kontrola hêzên me de ne.

5'ê Îlonê saet di 09:15 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

5'ê Îlonê saet di 09:30, 13:20, 17:20 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 4 çeperan hate xistin.

5'ê Îlonê saet di 15:20 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

5'ê Îlonê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

6'ê Îlonê saet di 07:15, 09:15, 17:40, 18:00 û 23:55'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 5 çeperên dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

6'ê Îlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

6'ê Îlonê saet di navbera 21:00 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayan 2 caran bi çekên giran nehişt ku helîkoptera Skorsky leşkeran li qadê dayne.

7'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

 

Li herêma Zê

7'ê Îlonê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê sîstemeke kamera ya mobesse ya termal a dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

 

Li herêma Metînayê

7'ê Îlonê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi pêş ve biçin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.