HPG’ê ragihand ku li Heftenînê di çalakiyeke sabotajê de 3 dagirker hatine cezakirin û wesayiteke leşkerî hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; 27’ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Şehîd Kendal li dijî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku li cihekî navbera qadên Deriyê Dawetiye û Girê Şehîd Rênas di rê de bû, hêzên me bi rengê sabotajê çalakî kir. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û wesayît tevî cebilxaneya tê de hate îmhakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji deverê birin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê; 28’ê Tebaxê saet di navbera 10:30-02:30’î de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên bi jehr û teqemeniyan hate bombekirin.

29’ê Tebaxê saet di navbera 03:00-09:20’î de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û balafirên şer bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker bêyî ku encamê bi dest bixin vekişiyan.

28’ê Tebaxê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Derarê, Kêste û Seraru, qadên Girê Koordîne, Girê Zendûra, Girê Şehîd Çiya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

28’ê Tebaxê saet di 18:30’î de li herêma Zapê gundê Kêlê yê li qada Sîdayê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin.”

BEHDÎNAN