Gerîla 27 dagirkerên din kuştin

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:27

  • Di 33 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên 15 ta 17´ê Îlonê de 27 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 dagirker birîndar bûn.

Di 33 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên 15 ta 17´ê Îlonê de 27 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 dagirker birîndar bûn. Du drone jî hate îmhakirin û derb li Helîkoptereke Skorsky hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh û pêr li ser van çalakiyan daxuyanî dan û got, “Hêzên me ji bo bibîranîna heval Alî Çîçek û Delal Nûrhak 15 û 16´ê Îlonê 25 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 19 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker jî birîndar bûne. Di heman demê de dronek hate îmhakirin, derb li helîkoptereke Skorsky û konekî leşkerî hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 27 caran bi balefirên şer, 22 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe kirine.

Di encama 8 çalakiyên hêzên me yên 17´ê Îlonê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de droneyek jî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 15 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlyana kir

Li Zê (Zapê)

Di 15’ê Îlonê saet 07:30 û 13:35’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.

16’ê Îlonê saet ji 08:00´an heta 11:30’î, dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Agir ên li qada Berxwedanê ya Sîda ve bi pêş ve biçin. Tîmên me yên bi tevger 4 caran bi sekvaniyê û 2 caran jî bi çekên giran li wan xist, 5 dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar bûn. Di heman demê de droneyek jî hat rûxandin.

Di 16’ê Îlonê saet 13:00, 13:20 û 13:40’an de, dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Felat ên li qada Berxwedanê ya Sîda ve bi pêş ve biçin, 3 caran bi sabotajê derb li wan hat xistin û 8 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 16’ê Îlonê saet 14.00 û 16.00’an de dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Felat ên li qada Berxwedanê ya Sîda ve bi pêş bikevin, 3 caran bi çekên ferdî û bombeyên destan derb li wan hatin xistin û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 16’ê Îlonê saet 20:00 heta 21:30’an de li ser qada Berxwedanê ya Saca tevgera helîkopteran pêk hat.

Tîmên me yên bi tevger helîkoptereke Skorsky kirin hedef û derb lê xistin. Helîkopterên din neçar man ji qadê dûr bikevin.

17'ê Îlonê saet di 07:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û bi sekvaniyê dagirkerek ceza kirin.

17'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Sîpan xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 08:20’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe, li wan dan û dagirkerek ceza kirin.

17'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniya li derdora çeperên şer ên li Şehîd Agir dagirkerek ceza kirin.

17'ê Îlonê saet di 17:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin û 3 dagirker ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Li Metînayê

15’ê Îlonê di saet 22:00’yan de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM dan.

16’ê Îlonê di saet 08:00’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên ferdî derbên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist. 

Di 16’ê Îlonê saet 15:30’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê FM dagirkerek ceza kir.

Di 16’ê Îlonê saet 16:40’an de tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û dagirkerek ceza kir.

17'ê Îlonê saet di 09:50'î de droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.