Gerîla 21 dagirker kuştin

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 01:42

Gerîlayan bi çalakiyên tolhildanê 21 dagirker kuştin, çeperek, kepçeyek, wesayîteke leşkerî û aspîratorek îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer de ev daxuyanî weşand: “Tîmên me yên gerok û hevalên me yên li tunelên şer li ber xwe didin, ji bo tolhildana hevalên me yên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine şehîdxistin, gelek çalakî kirin. Di 12 çalakiyan de 21 dagirker hatin cezakirin, çeperek, kepçeyek, wesayîteke leşkerî ya Reo, aspîratorek hatin îmhakirin. Di heman demê de derb li helîkoptereke Skorsky jî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 27 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 6 caran bi balefirên şer, 52 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir: 

 

Li Zê (Zapê)

Di 27’ê Îlonê saet 06.00’an de tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Aryen ên Qada Berxwedanê ya Çemço da û dagirkerek ceza kir.

27’ê Îlonê saet 07:00’an 2 caran bi sekvaniyê ji dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda 2 hatin cezakirin.

27’ê Îlonê di saet 08:00’an de dagirkeran xwest bikevin çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda; bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de aspiratoreke ku dagirkeran pê gazên jehrî ber bi çeperên şer ve dixwest pif bidin, hate rûxandin.

Roja 27’ê Îlonê di saet 12:30’î de, dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li wan da.

Di 27’ê Îlonê saet 16:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin û çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda bomberdûman bikin, bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

27’ê Îlonê saet 20.00’an helîkopterên Skorsky xwestin li Qada Berxwedanê ya Sîda leşkeran deynin; hêzên me derb li wan dan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê derkevin.

Roja 27’ê Îlonê saet 20:30’î helîkopterên Skorsky ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê leşkeran deynin, hêzên me bi awayekî bi bandor li wan da û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Helîkoptera ku lê hat xistin, bêyî ku leşkeran deyne, neçar ma ji herêmê derkeve.

 

Li Xakurkê

27’ê Îlonê saet 10.00’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê ya Şehîd Derwêş a Xakurkê da. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Di 27’ê Îlonê saet 10.00’an de dagirkerên ku ji bo dagirkirinê di navbera herêmên Girê Lêlkan û Kevortê yên Xakurkê de xebatên çêkirina rêyan bi rê ve dibirin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Bi çekên giran kepçeyek hat îmhakirin. Di heman demê de konvoyeke ji 14 wesayîtan a ku dixwest mudaxeleyî qada çalakiyê bike, li qada Geliyê Reş hate hedefgirtin û bi taktîkên sabotajê derb lê hat xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî ya bi tîpa Reo hate rûxandin, 12 dagirker hatin cezakirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.