- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 2'yê Îlonê bi şev helîkoptereke tîpa Skorsky li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar xiste xwarê. Gerîlayan 3'yê Îlonê jî li heman deverê derbeke giran li helîkoptereke tîpa Skorsky xist û ev helîkopter li devera Barzanê ketexwarê.
Doh HPG´ê da zanîn ku di 18 çalakiyên tîmên bi tevger de 21 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, helîkoptereke tîpa Skorsky û çeperek jî hatine îmhakirin. Pêr jî HPG´ê dabû xuyakirin ku hêzên wê helîkoptereke tîpa Skorsky xistiye xwar. Bi vî awayî di du rojan de gerîlayan 2 helîkopterên dewleta Tirk xistin xwarê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh got, "Di encama 18 çalakiyên tîmên me yên bi tevger ên ji bo hilanîna tola fermandarên me yên nemir Bager Erdal û Rêzan Amed de 21 dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke tîpa Skorsky û çeperek hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 98 caran bi helîkopterên êrişê, 19 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kirin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li herêma Sîda ya Zapê, bi çekên giran û sabotajê li dagirkeran hate xistin. Van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirker gavekê vekişiyan.
3'ê Îlonê bi şev li qada Sîda ya Zapê, helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar geriyan. Di navbera hêzên me û helîkopteran de ku hewl dida dagirkeran li qadê daynin, şerekî giran qewimî. Tîmên me yên bi tevger 12 caran dest li van helîkopteran werda. Helîkoptereke tîpa Skorsky a ku bi vê destwerdanê derbeke giran xwar, agir pê ket û dema hewl dida ji qadê biçe, li herêma Barzanê kete xwarê û tevî dagirkerên tê de îmha bû. Piştî ku helîkoptera Skorsky kete xwarê, dagirkeran 4 caran bi balafirên şer bombe li cihê ketina helîkopterê barandin.
Li Xakurkê
2'ê Îlonê tîmên me yên bi tevger di navbera qadên Girê Şehîd Şahan û Girê Şehîd Axîn ên Xakurkê, bala dijmin kişandin ser vê derê. Piştre jî kemîn danîn pêşiya dagirkeran û 4 caran bi sabotajê li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo hilanîna tola ji fermandarê me yên nemir hevrê Bager Erdal hate lidarxistin.
3'ê Îlonê saet di 09:45'an de li Qada Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li çeperên hawan û obusan ên dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Piştî çalakiyê li çeperên din jî teqîn çêbûn. Ev çalakî jî ji bo hilanîna tola kedkarê mezin ê profesyonelbûna gerîla fermandar hevrê Rêzan Amed hate lidarxistin.
Li Metînayê
1'ê Îlonê saet di 07.10'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û 3 dagirker ceza kirin.
3'ê Îlonê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran 2 caran çalakiyên sabotajê hatin kirin û 2 dagirker hatin cezakirin.
Helîkoptereke din li hewa teqiya
HPG´ê pê jî bi daxuyaniya xwe got, di 20 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de de herî kêm 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, helîkoptereke Skorsky û 2 mobese hatin îmhakirin, derb li 2 helîkopterên Skorsky û kepçeyekê jî hatine xistin.
Heman daxuyaniyê da zanîn ku “Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên nukleer ên taktîk û çekên kîmyewî, 79 caran bi helîkopterên êrişê, 32 caran bi balefirên şer û bi sedan caran jî bi obus û hawanan bombe kiriye.”
Li ser çalakiya xistina helîkopterê HPG´ê ev agahî parve kirin:
“Di 2’ê Îlonê de artêşa dewleta Tirk adagirker êrişî Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço û Şehîd Fedakar kiriye. Di 2’ê Îlonê de bi şev ev qad 28 caran bi balefirên şer, 65 caran bi helîkopterên êrişê û bi sedan caran jî bi obusan hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran 32 caran leşker danî Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar. Hêzên me bi xurtî li vê êrişa berfireh a dijmin da. Hêzên me 9 caran li helîkopterên êrişê û li helîkopterên Skorsky da. Dema ku helîkoptereke Skorsky xwest leşkeran deyne, hêzên me derb lê da, ev helîkopter hê sed metreyan ji qadê dûr neketibû, teqiya û tevî dagirkerên tê de îmha bû. Tîmên me yên bi tevger di heman demê derbên giran li 2 helîkopterên din ên Skorsky dan. Dema ku dagirker li qadê belav bûne, hêzên me bi çekên giran li wan da.”
BEHDÎNAN