• HPG’ê da xuyakirin ku pêr hêzên wan li herêma Zê, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kiriye û 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

HPG’ê da xuyakirin ku pêr hêzên wan li herêma Zê, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kiriye û 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li herêma Zê, ji bo bibîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 çeper jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
23'yê Adarê saet di 21:10'an de li devera Kela Bedewê ya Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin û her du çeper hatin îmhakirin.

Ev çalakiya xurt a hêzên me ji bo bibîranîna şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê ya 21-28'ê Adarê û bibîranîna lehengên nemir ên tevahiya Kurdistanê hate lidarxistin.” 

BEHDÎNAN