• HPG´ê da zanîn ku doh yanî roja 40´î ya berxwedanê de dagirkeran 23 caran çekên kîmyewî bi kar anîne, 31 caran jî bi balefirên şer êriş kirine. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Zê (Zap) û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da û got, gerîlayen Azadiya Kurdistanê ji bo bibîranîna şehîdên Gulanê rêzeçalakî li dar xistine, di van çalakiyan de 19 leşkerên Tirk kuştine, 4 leşker birîndar kirine. HPG´ê da zanîn ku doh yanî roja 40´î ya berxwedanê de dagirkeran 23 caran çekên kîmyewî bi kar anîne, 31 caran jî bi balefirên şer êriş kirine. 

HPG´ê wiha kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir: 

Li herêma Avaşînê

23’ê Gulanê saet 13:00’an li derdora Girê Werxelê yê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi sekvaniyê  li dagirkeran xist û dagirkerek kuşt. Dagirkeran heman rojê nîvrojê xwestin li herêmê pergala kamera mobesse deynin; hêzên me bi çekên giran li wan hat xist. Piştî destwerdana hêzên me, dagirkeran pergala kameraya mobesse li wî cihî hişt û reviyan.

Li herêma Zê (Zapê)

Di 22’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Hêzên me dest werda wan û şerekî dijwar qewimî. Dagirker neçar man, vekişiyan.

Di 22 û 23’ê Gulanê danê nîvrojê de, hêzên me bi çekên ferdî û giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn xist. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker gavekê vekişiyan.

Di 23’ê Gulanê de hêzên me bi sabotajê li dagirkerên li herêma Cîloya Biçûk xist û 2 dagirker kuştin.

23’ê Gulanê di saet 11:40’an de hêzên me dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn kirin hedef û li wan xist. Di encamê de 2 dagirker kuştin,  çeperek, teleskopeke leşkerî û 2 pergalên kamerayên mobesse jî rûxandin. Piştî çalakiyê, dagirkeran xwest çeperên şer bi teqemeniyan bombebaran bikin; hêzên me derb li wan dan û 2 dagirkerên din kuştin û dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Dagirkeran saet 17:50’î careke din xwest bi pêş ve biçin, vê carê hêzên me bi çekên giran li wan xist.

Êvara heman rojê, artêşa Tirk a dagirker 12 caran çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kirin.

23’ê Gulanê saet 09:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xwest bikeve nava liv û tevgerê, hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve lê xist. Heman rojê saet 19.00’an hêzên me careke din bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xist, wan xwestibû ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Di encamê de hêzên me de herî kêm 3 dagirker kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 23’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Girê Cehenem û Şehîd Berxwedan bombebaran kir.

Li herêmên Metîna û Heftenînê

Roja 23’ê Gulanê saet 16.30’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Kanî Masî ya ser bi Duhokê bû hedefa hêzên me. 

Di 23’ê Gulanê saet 05:00’an de yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Agir a Girê Ortê ya herêma Metîna, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bi bandor li wa xist û 2 dagirker kuştin.

Di 19’ê Gulanê saet 11.40’an de dagirkerên li derdora Girê Xaç a girêdayî Xantûr a herêma Heftenînê bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”

2 fermandar şehîd bûn

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 19'ê Gulanê li Metînayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "19'ê Gulanê li derdora Girê Ortê yê Metînayê gerîla dest werdaye dagirkeran û di bombekirina piştî şerî de gerîla Mîrza û Andok şehîd bûne. HPG´ê da zanîn ku gerîlayan ji bo tolhildana şehîdan, 20'ê Gulanê li derdora Girê Ortê bi sabotajê li heman yekîneya dijmin xistiye û 3 dagirker kuştine. Gerîlayan 23'ê Gulanê li Amediyê bi çekên giran serketî li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker xist.

HPG´ê ji bo şehîd Mîrza Rênas got, “Hevrêyê me Mîrza li navçeya Licê ya ser bi Amedê ji dayik bû. Sala 2009'an meşa xwe ya şoreşê gihand çiyê û beşdarî nava refên gerîla bû. Sala 2021'ê ji bo amadekirina binesaziya şerê li Avaşînê bi rola xwe rabû. Piştî ku 2 salan li Avaşînê ma çû Metînayê.”

HPG´ê ji bo şehîd Andok Şoreş got, “Hevrêyê me Andok, piştî şerê li dijî  DAIŞ'ê 2016'an çû çiyayên Kurdistanê. Tevlî karên tunelên şer bû.Li herêma Metînayê berpirsyarî hilda ser milê xwe.”

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha şekere kir: 

* Mîrza Rênas (Ayhan Înalhan) ê li Amedê ji dayik bûyî, kurê Halîze û Zeynar, 19'ê Gulana 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

* Andok Şoreş (Mehmet Ete) yê li Amedê jidayik bûye, kurê Remziye û Mehmet Fesîh, 19'ê Gulana 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

BEHDÎNAN