Bîlançoya şer a 5 mehan

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:12

  • Dewleta Tirk a ku li hember gerîla di dagirkeriya xwe de xitimî, 2004 caran sûcên şer kirin. Lê vê fêde nekir, gerîlayan bi 1881 çalakiyan 2132 dagirker cezakirin û 10 helîkopter jî xistin xwarê.

HPG'ê bîlançoya şer a 5 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê di 1881 çalakiyan de 2132 dagirker hatine kuştin, 10 helîkopter hatine xistin. Artêşa Tirk a dagirker tengav bûye û sûcên şer kirine, çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bîlançoya şer a 5 mehan ev agahî dan:

"Êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi armanca dagirkirinê, pênc meh li pey xwe hiştin. Berxwedana gerîla pîlan û hesabên artêşa Tirk serûbinî hev kirin. Artêşa Tirk ji bo dawî li rewşa xwe ya xitimandî bîne çarçoveya êrişan berfireh kir, lê berevajî bendewariya xwe, hîn bêhtir di nava çiravê de çikiya û xitimî.

Dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe, ji gazên bi jehr heta bi bombeyên fosforê, ji bombeyên termobarîk heta bi bombeyên nukleer ên taktîkî çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî, li dijî tunel û çeperên şer bi kar anîn. 

2004 caran sûcên şer kirin

Dewleta Tirk ji bo bigihîje armanca xwe, 2004 caran sûcên şer kirin û ev sûc jî ji aliyê hêzên me ve hatin belgekirin. Dîsa jî derbên giran ji gerîla xwarin. Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gerîla de herî zêde di nava pênc mehên dawî de kuştî dan. Dema ku encamên pêvajoya şer a pênc mehan bê nirxandin, wê were dîtin ku ji bo dewleta Tirk serketin nîne, bi rengekî darî çav bibinketin e.

105 gerîla şehîd bûn

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakariyeke gelekî mezin her tişt dan ber çavên xwe, hevrêyên me bi fedaîtiyeke ku di dîrokê de kêm caran tê dîtin berxwedaneke destanî afirand. Ev pêvajoya berxwedanê ya vî şerî tenê bi tevlîbûna gerîla ya fedaî ya Apoyî dikarîbû bihata pêşwazîkirin. Hevrêyên me yên tevlî vê berxwedanê bûn, hemûyan li ser bingeha vî ruh û vê hişmendiyê rê û rêbazên gerîlatiya modernîteya demokratîk bi rengekî rast bi cih anîn. 105 hevrêyên me di nava pênc mehên dawî de şehîd bûn.

Gerîla 10 helîkopter xistin xwarê

Tîmên me yên bi tevger û tîmên li tunelan, bi hêzên parastina hewayî, operasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sekvanî, kemîndanîn, çekên giran, şer-derblêdan û taktîkên gerîla yên koordîneyî bi hostatî bi kar anîn û 1881 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 2132 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin xistin û îmhakirin. Ji ber ku hejmara dagirkerên di helîkopteran de baş nehate zanîn, li vê hejmarê nehate zêdekirin. Hêzên me di vê pêvajoya şer de li gorî derfetên xwe belge kirin, bi kamerayê dîmen girtin, navên leşkerên hatin cezakirin, belgeyên wan eşkere kirin û bi vî rengî her asta şer bi raya giştî re parve kirin. Li ser vî bingehî dîmenên 43 çalakiyên gerîla li Gerîla TV hatin weşandin.

Bîlançoya 5 Mehan

Bîlançoya şer a pênc mehan di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Îlonê de wiha ye:

Çalakiyên hêzên gerîla û encamên wan

* Bi hêzên parastina hewayî, operasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran, şer-lêdan û rêbaza gerîla ya koordîneyî 1881 çalakî hatin kirin.

* 2132 dagirker hatin cezakirin, 12 ji wan kontra, 13 jê leşkerên payebilind in.
- 290 dagirker birîndar bûn.

* Hêzên me ev çek û malzemeyên leşkerî yên li jêr desteser kirin;

- 10 çekên MPT-55 
- 4 çekên AK-47
- 3 çekên G-3
- 3 çekên bombeavêj
- 2 çekên M-16
- 2 çekên HK-416
- Çekek BKC
- Çekek Bombeavêj a B-7
- Çekek MPT-66
- 4 debance
- 4 fîşekên bombeavêj
- 7 Dûrbînên şev û rojê
- 3 Dûrbînên Termal
- 3 Amûrên destnîşankirina bi lazerê
- 2 Amûrên çekê yên lazer
- Kamerayeke Termal
- 24 kg teqemenî
- 4 Mayin
- Cîhazeke teqandina Mayinê
- Dedektoreke Mayinê
- Gelek telefonên destan, cîhazên ragihandinê yên bêtêl û gelek malze û cebilxaneya din.
* Amûr û alavên leşkerî yên ku hêzên me ew îmha kirin;

- 7 helîkopterên Skorsky
- 3 helîkopterên êrişê
- 2 Tank
- 15 Wesayitên zirxî yên leşkerî
- 3 Kepçe
- 50 Sîstemên Kamera yên Mobesse
- 42 Drone
- 7 Radar
- Cebilxaneyek, 60 kîlogram teqemenî û gelek sîleh, çeper, kon û malzemeyên din ên leşkerî. 
* Hêzên me derb li van maşînên leşkerî xistin:

- 39 helîkopterên Skorsky
- 31 helîkopterên êrişê
- 16 çeper
- 12 drone
- 9 kepçe
- 4 wesayitên leşkerî yên zirxî

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.