HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla ji bo hildana tola şehîdan, bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê têdikoşin. HPG'ê ragihand di çalakiyan de tespît bûyî 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 6 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya doh de got, ''Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di sala 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de bi çalakiyên taktîkên dewlemend, bi performansa zêde ya şer a karîger asteke girîng a berxwedanê derxistiye holê. Di çalakiyan de hêzên me bi ruhê pêngavê ji bo salvegera 1'ê Hezîranê, 18 dagirker ceza kirin û 6 dagirker birîndar bûn."
Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê
HPG´ê agahiyên çalakiyên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê wiha dan: "Tîmên mobîl ên gerîla 24'ê Gulanê saet 21:30'an li herêma Avaşînê, li qada Dola Maran yekîneyeke dagrikeran kontrol kir û çalakiyek li dijî wan kir. Ji nêz ve bi çekên ferdî 3 dagirker birîndar kirin. Piştre saet 01:50'î 14 dagirker, dema hatine cem hev bi taktîka sabotajê li wan dane. Li vir berbiçav 10 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn. Di du çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin, 4 jê birîndar bûne.
31'ê Gulanê berê sibehê, dagirkerên ku ketin qada Tabûra Ereban a qada Mervanos a herêma Avaşînê ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Saet 12:30'an hêzên me li van dagirkeran da, bi rengekî berbiçav 3 dagiker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Dagikerên ku ji tirsan qutifîn pêşî şewat derxistin û li eraziyê belav bûn.
Hêzên me yên YJA Starê saet 13:00'an ev dagirker kirin hedef. Lê ji ber şewata li eraziyê, hejmara leşkerên dagirker ên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, nehat zelalkirin. Dagikeran saet li derdora 21:00'an bi helîkoptêran kuştî û birîndarên xwe rakirin.
31'ê Gulanê saet 14:30'an li dijî dagirkerên li qada Xeregolê ya herêma Zapê, bi çekên giran bi çalakiyekê dagirkerek hat cezakirin.
1'ê Hezîranê saet 10:00'an li Girê Şehîd Mervan ê herêma Zapê li dijî dagirkeran bi taktîka suîqestê dagirkerek hat cezakirin.
HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Garê, Zap û Avaşînê jîgehê li Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer û helîkoptêran bombe dike û texrîb dike. HPG´ê got, ji ber bomberkirin û êrişên dewleta Tirk li gelek deveran şewat çêbûye û hê jî dewam dike.
BEHDÎNAN