Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla ji bo "silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê" li herêma Zapê li dijî çeperekî artêşa Tirk a dagirker çalakî kiriye.
HPG'ê got, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê hêzên YJA Starê li çeperekî xistiye: "11'ê Tebaxê saet di 06:30'î de hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan xistin.
Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li dar xist, derb li çeperekê hate xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin."
Dîsa jehra kîmyewî bi kar anîn
HPG'ê li ser êrişên li dijî tunelên şer jî got, "11'ê Tebaxê nava rojê jî tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran hatin bombekirin.
11'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-01:30'î de li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Di heman demê de tunelên şer 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Li heman deverê liv û tevgera Droneyan dewam dike."
BEHDÎNAN