- Tîmên gerîlla yên bitevger derban li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Tîmên gerîlla yên bitevger derban li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên encamê wan doh êvarê diyarbûyî de gerîlayên Kurdistanê 15 dagirkerên din kuştin û 2 helîkopterên Skorsky jî derb kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li hemberî tevgera berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger a li ser herêmên Avaşîn û Zê, çalakiyên bi bandor ên tîmên gerîla yên bitevger ên profesyonel ên hêzên me bênavber dewam dikin. Gerîlayên me 24 saetan di nava tevgerê de ne, bi terzê çalakiyên afirîner derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky hatin derbkirin û pergaleke kameraya mobesse hate rûxandin.”
BEHDÎNAN