Gerîla 10 dagirker kuştin

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 00:17

HPG’ê bi daxuyyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên li Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 29 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

4’ê Cotmehê saet di 06:30, 07:00, 17:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger şeş caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Agir xistin. Di heman demê de saet di 10:00 û 15:20’î de du caran bi sekvaniyê li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 4 dagirker hatine cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran xist. Van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Şehîd Agir. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. 5’ê Cotmehê saet di 05:30’î de li hemberî dagirkerên ku careke din berê xwe dabûn çeperên şer çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de 2 dagirker bi giranî birîndar bûn.

 

Li Xakurkê 

4’ê Cotmehê saet di 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, çeperên dagirkeran bûn hedefa tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin, 2 dagirker hatin cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 09:30’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê bû hedefa çalakiya bi çekên giran.

 

Li Metînayê

3’ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran da.

3’ê Cotmehê saet di 15:35’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li derdora çeperên şer xistin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû.

4’ê Cotmehê saet di 17:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 20:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.