Ger edalet nebe aştî jî çênabe

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:37

Li gorî raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di qedexeyên derketina derve yên di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 18'ê Adara 2016'an de herî kêm 310 sivîl, di nav de 72 zarok û 62 jin, jiyana xwe ji dest dane. Yek ji navendên ku di vê heyamê de herî zêde mirin lê çêbû navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû. Li navçeyê 251 kes, di nav de 41 zarok, jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van zarokan Nihat Kazanhan ê 12 salî bû ku di 14'ê Çileya 2015'an de gava liq adeke vala ya li Taxa Yafesê dilîst. Kazanhan ku di encama gulebarana polîs Mehmet Nurbaki Goçmez de jiyana xwe ji dest da, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cizîrê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hat birrîn. Lê belê, ceza ji ber "tehrîka neheq" û "reftarên baş" daket 13 sal û çar mehan. Biryar ji hêla dadgeha îstînafê û Dadgeha Bilind ve hat pejirandin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryar da ku doz ji ber "kêmkirina tehrîka neheq" biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da û ji bo ku encamên binpêkirinê werin sererastkirin, doz ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cîzîrê re şand. Her çend dadgehê ji bo Mehmet Nurbaki Goçmez, ku ji nû ve darizandina wî dest pê kir, fermana girtinê da jî, ew du sal û pênc meh in nehatiye zevtkirin. 

Bi hezaran Nîhat hatin qetil kirin 

Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hêviyên ji bo edaletê zêde kiriye û got:"Gelek zarokên mîna Nîhatê min hatin kuştin û dayikên wan hîn jî digirîn. Bes e. Em aştî û biratiyê dixwazin. Bê aştî, zarok dê bimirin. Wan zarokên me kuştin. Bi hezaran Nîhat bêyî sedemek berbiçav, bêyî ku sûcek bikin hatin kuştin. Divê yên ku ev kirine hesab bidin." Ayşe Kazanhanê diyar kir ku tevî gelek gavên berbiçav ên ku Rêber APO û PKK'ê di vê pêvajoyê de avêtine jî, dewletê tu gav neavêtiye û got:"Me gav avêtin, lê dewletê neavêt. Gerîlayan li ser bangawaziyê çekên xwe şewitandin. Divê dewletê jî gav biavêta. Em samîmî ne, lê dewlet samîmî tevnagere. Tenê daxwaza me ji komîsyona ku li meclisê were avakirin aştî ye. Divê kes di girtîgehê de nemîne, divê her kes vegere malên xwe. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em ê ji bo aştiyê her tiştî bikin. Divê dewlet jî ji bo vê armancê gavekê biavêje."

Divê herkes doza edaletê bike 

Ayşe Kazanhanê ku da zanîn "Bêyî edaletê aştî çênabe," û got:"Divê her kes ji bo edaletê rabe ser pêyan. Divê her kes edaletê bixwaze. Divê komkujî bê ceza nemînin. Ger edalet hebe, her tişt wê bibe. Em ê heta dawiyê edaletê bixwazin. Me ewqas êş dîtiye û em naxwazin kes vê êşê bibîne. Bi hezaran kesên ku tiştek nekirine di girtîgehê de ne. Ew kesên ku madeyên hişber difiroşin û diziyê dikin berdidin, lê yên ku sûc nekirine di girtîgehan de ne. Sedema vê yekê nebûna edaletê ye." Ayşe Kazanhanê her kesî vexwend danişîna 12'emîn a ku dê di 17'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cizîrê were lidarxistin.

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.