Ger dewlet ji dil be bila gavê biavêje
Pêncşem 15 Gulan 2025 - 02:55
Berdevka PÎA'yê Menîce Rumeysa Gulmez ku wek delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, da zanîn ku êdî Kurd dizanin heke yekitiya wan tunebe hêza wan jî dê tunebe û got:"Encax bi yekitiya Kurdan hêza Kurdan dikare xurtir bibe."
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11'ê Gulanê de civîna xwe pêk anî. Piştre deklerasyona civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re parve kirin. Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez ku wek delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, derheqê yekitiya Kurdan û kongreya PKKê de axivî.
Bi însiyatîfên sivîl mafê xwe diparêzin
Menîce Gulmez da zanîn ku ji bo însiyatîfê ava bikin, gelek danûstandin kirine, bi siyasetmedar, hunermend û rûspiyan re hevdîtin kirine û fikrên wan girtine û got: “Van xebatan 9 mehan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ku PKK'ê biryara çekberdanê girt, demeke nû destpêkiriyê ev însiyatîf dê cihekî girîng bigre. Êdî Dewleta Tirk an jî dewletên neyarên Kurdan nikarin bibêjin Kurd terorîst in, Kurd mirovan dikujin, êdî PKK jî tuneye. Heke ew jî samîmî bin dê êdî bibînin Kurd bi siyaseteke sivîl, bi însiyatîfên sivîl mafê xwe diparêzin. Ev însiyatîf jî di vê pêvajoyê de hate avakirin, pêvajoyeke girîng e.”
Menîce Gulmezê diyar kir ku êdî Kurd dizanin heke yekitiya wan tunebe hêza wan jî dê tunebe. Encax bi yekitiya Kurdan hêza Kurdan dikare xurtir bibe.
Ger dewlet ji dil be bila gavê biavêje
Menîce Rumeysa Gulmez bilêv kir ku bi salan e dewlet PKK'ê dixe bahane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salan e Dewleta Tirk digot PKK e teror e, halbukî gerek bidîtana ku PKK toximê vê zilm û neheqiya ku li Kurdan hatiyê kirin e. Ev zilm û heqaret nebûya pêwist nedibû ku PKK jî derkeve holê. Dewleta Tirk heke di mijara siyasetmedarên Kurd ên ku bi salan in girtîne, di mijar çand, ziman û hunera Kurdî de gavan bavêje ez dibêjim banga Birêz Abdullah Ocalan jî dê bigihêje armanca xwe.”
AW /AMED