Gendelî pereyan dixwe

În 3 Hezîran 2022 - 02:22

  • Parlamenter Omer Gulpî: Dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê niha ji ber buhabûna neftê ji ya sala 2013’an baştir bûye. Ev dahat niha trîlyonek û 400 milyar dînar e, ji bilî 200 milyar dînarên Bexdayê. Gendelî dibe sedem ku welatî sûdê ji dahatê nebîne.

Hikûmeta Hewlêrê bi firotina bêhtir petrolê û bi zêdebûna buhayê petrolê dahata xwe ya ji petrolê zêde kir û gihand trîlyonek û 400 milyon dînarî. Mehane Bexda jî 200 milyar dînaran ji Hewlêrê re dişîne. Yanî tevî ku mehane trîlyonek û 600 milyar diviyabû bikevin kîs û xizneyên hikûmeta Hewlêrê, çima weke ku krîzeke darayî ya pere heye, tê nîşandan? Çima xelk xizantir e û çima pileya karmendan nayê bilindkirin tevî ku ev mafekî kanûnî ye. Parlamenterê parlamena Hewlêrê Omer gulpî li vê pirsî û bi ya wî sedem gendelî ye.   

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê û Parlamenter Omer Gulpî diyar kir ku rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ji sala 2013’an baştir e û dahata mehane trîlyonek û 400 milyar dînar e: “617 hezar welatî bêkar in û hikûmet 21 trîlyon dînaran deyndar e.

Omer Gulpî têkildarî rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û rêjeya bêkariyê daxuyanî da rojnamevanan.

Omer Gulpî got, “Desteya wezîran ti plan nîne û niha 617 hezar welatî bêkar in. 20 hezar karmenên bi peyman hene û ev 14 sal in xizmetê dikin ku li bendê de werin tayînkirin.”

Gendelî nahêle xêr li welatiyan bibe 

Omer Gulpî têkildarî dahata Herêma Kurdistanê jî got: “Dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê niha ji ber giranbûna neftê, bilindbûna dahata nuqteyên gumrikê û ew pereyê koalîsyonê, gelek ji ya sala 2013’yan baştir bûye ku mehane yek trîlyon û 270 milyar dînar bû.  Dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê niha trîlyonek û 400 milyar dînar e, ji derveyî 200 milyar dînarê Bexdayê. Lewma dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde bûye. Herwiha gendelî dibe sedem ku welatî sûdê ji dahatê nebîne.”

‘Krîza darayî nîne’

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê û Parlamenter Omer Gulpî têkildarî bilindkirina pileya karmendan jî wiha axivî: “Bilindkirina pileya karmendan, mafekî yasayî ye û bi yasayê hatiye misogerkirin. Sê sal yan jî çar salan divê pileya wan were bilindkirin. Lê, ji sala 2016’an ve bi biryareke neyasayî hikûmeta Herêma Kurdistanê bilindkirina pileya wan rawestandiye. Lê ti hincetek nîne û hebûna krîza darayî nîne.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.