Gendel hatin girtin

Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:24

  • Li Minbicê 2 kesên ku di saziyên ser bi QSD`ê de gendelî dikirin, hatin girtin.

Li Minbicê 2 kesên ku di saziyên ser bi QSD`ê de gendelî dikirin, hatin girtin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê de gendeliyê dikin û desketiyên şoreşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, tên girtin.

Li gorî çavkaniyên ji dadgehê, kesên bi navên “N.A.H” û “M.A.Δ yên ku di saziyên ser bi QSD`ê de dizî kirine û bertîl xwarine, hatine girtin.

Ev kesên ku li Minbicê belgeyên sexte çêkirine, ji ber ku zirar dane saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê, hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê ev kes şandin girtîgehê.

Dadgehê cezayê girtinê û cezayê pereyan li wan kesan birrî. 

ANH/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.