• Parlamenterê berê Soran Omer dibêje, agahî li ber destê wî hene ku pistrast dikin, çalakger û rojnamevanên girtî yên Behdînanê di hepsên PDK'ê de tên jehrîkirin. Ew dibêje, li ser mijarê ew ê raya giştî û rêxistinên navneteweyî agahdar bike.

Li gorî agahiyên parlamenterê berê yê parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê Soran Omer, metirsya jehrîkirina çalakvanên Behdînanê heye ku niha di hepsên PDK’ê de ne.

Li gorî nûçeya Azad Xoşnaw a di ANF'ê Soran Omer gotiye, "Metirsî li ser paşeroja çalakvanên Behdînanê heye ku niha li hepsê ne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, hewl tê dayîn ku bi rêya ava vexwarinê cûreyek jehrê bidin wan çalakvanan daq ku piştî ji hepsê bên berdan, bi demekê jiyana xwe ji dest bidin."

Soran Omer wekî din gotiye, erka her kesî ye ku ji bo siheta jiyana çalakvanan û azadiya wan zextê zêde bike: "Ez ê ji aliyê xwe ve derbarê wan hewldanên metirsîdar yên ji bo terorkirina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê yên ceza li wan hatiye birrîn û yên hê jî nehatine dadgehkirin, hemû navendên çavdêriya mafê mirovan ên ji derveyî Kudistanê agahdar bikim."

Pratîkeke nû nîne

Soran Omer bi bîr dixe ku jehrîkirina muxalifên siyasî li Başûrê Kurdistanê ne meseleyeke nû ye û heta niha gelek kes bi vî awayî hatine qetilkirin.

Ji xwe xwendevanên rojnameya me wê bînin bîra xwe ku Hacî Heyder Dêrhinî yê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 54 rojan li hepsa asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê hatibû girtin. Lê piştî ku  ew hat berdan, di nava hefteyekê de wî jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên bijîşkî û otopsiyê derket holê ku ew hatiye jehrîkirin. Yanî wê jehra ku li hepsê dabûn wî, piştî  berdana wî canê wî standibû.

Welatiyekî din ê ji wargeha Mexmûrê, Metîn Adogît bû. Asayîşa PDK'ê ew 7'ê Cotmeha 2020’an girtibû, nêzî 3 rojan li hepsê ragirtibû. Di dawiya sê rojan de jî wî jiyana xwe di hepsê de ji dest dabû. Lê PDK'ê ev yek ji xelkê veşart û hîna nû pistî bi du mehan malbata Metîn Adogît agahdar kir. Wan îdîa kir ku ‘Metîn Adogît ji ber ku dilê wî sekinî jiyana xwe ji dest daye’. Lê ti îzaha wê yekê nebû ka çima du mehan cenaze nedan malbatê û malbat ji mirina Metîn Adogît agahdar nekirin.

Hevkariya bi dijminan re jehreke din e

Piştî ku ev kuştinên guman li ser wan zêde bûn, PDK'ê dest bi rêbazeke nû kir. Siyasetvanên Kurd ên girtin, radestî dewleta Tirk kirin. PDK'ê penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Omer Bartan, 3’yê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê girtibû. Piştî bi 19 mehan bêyî ku rê bidin Bartan bi têkiliyê bi derve re deyne, 28’ê Mijdara 2020’an dest û çavê wî girtin û li deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ew radestî dewleta Tirk kirin. Pêşî rayedarên PDK'ê ev yek înkar kirin û gotin, "çapemeniya PKK'ê" ne rast dibêje. Lê îfadeyên Omer Bartan û malbata wî her tişt eşkere kirin: PDK'ê xwestibû Omer Bartan bibe sîxurê wê, piştî ku wî ev qebûl nekir jî ew teslîmî dewleta Tirk kiribû.

'Bila cergê dostaniya me têk neçe'

Konsolosê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê, Olivier Decottignies têkildarî dosya girtiyên Behdînanê û êrişa li dijî Parlamenterê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Xalib Mihemed, bersiv da nûçegihanê  Rojnewsê û got, "Yasa û azadiya giştî mijarek e ku em weke Fransayê li gel Herêma Kurdistanê gelek girîngiyê pê didin."

Konsolos doh çû serdana parêzgeha Helebce û berpirsên parêzgehê ew pêşwazî kirin. Piştre jî wî civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de, nûçegihanê Rojnewsê dosya girtiyên Behdînanê û êrişa li dijî Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Dr. Xalib Mihemed bi bîr xist. Olivier Decottignies got, “Rola min nîne qala dosya dadgehê bikim. Lê, tişta ku dikarim bibêjim, yasa û azadiya giştî mijarek e, em weke Fransa li gel Herêma Kurdistanê gelek girîngiyê pê didin. Em li gel Herêma Kurdistanê welatekî dost in. Em dixwazin ev nirxên me yên hevbeş weke cergê dostaniya me bimîne û têk neçe.”

NAVENDA NÛÇEYAN